KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin 2020-12-08 14:06:29 ŞIRNEX - Heyeta Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Emê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” de li Şirnexê malbat ziyaret kirin.   Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, di çarçoveya kampanyaya “Emê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” de, seredanên xwe yên li Şirnexê didomînin. Heyetê di roja duyemîn de malbat ziyaret kirin.   Heyetê di seredanan de armanca kampanyaya xwe ji welatiyan re vegotin, daxwaz û pirsgirêkên malbatan guhdar kirin. Heyetê qala pirsgirêkên siyasî yên li heremê tên jiyîn kirin û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî zext, êrîş û astengiyên heyî.    Heyet, wê sibe jî serdanên xwe bidomîne.