Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin 2020-12-08 14:25:28 EDENE – Li Girtîegha Tîpa T a Duzceyê, koma 3’yemîn a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewr girt, banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kirin.  Li Girtîegha Tîpa T a Duzceyê, komek girtî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike, dewr girt. Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe, banga xwedî derketina çalakiyê greva birçîbûnê û piştevahiyê li raya giştî kirin. Girtiyan diyar kirin ku hevalên wan ên bi şewba vîrûsa koronayê ketine hene û ligel vê yekê jî çalakiya xwe dewam dikin. Girtiyan dan zanîn ku bergiriyên li dijî vîrûsê pir kêmin û her ku diçe vîrûs belav dibe.   Girtî Mehmet Salîh Ûlitaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê jî dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin. Ûlitaş, daxuyakirin ku çalakiya wan a greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewam dike.