15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin 2020-12-08 16:37:10   AMED - Dadgehê di danişîna doza nûçegihanê DÎHA ya ku bi KHK'ê hatibû girtin Mazlûm Dolan ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin de, heya 15 salan cezayê girtîgehê jê re xwest.   Danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin Mazlûm Dolan ê di pêvajoya 103 roj qedexeya derketina kolanan a navçeya Sûr a Amedê de hatibû tahliyekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn hat dîtin. Dolan ê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin ji ber ku li derveyî welat bû, beşdarî danişînê nebû, parêzerê wî di danîşînê de amade bû.    XWESTINA CEZA   Dozger di danişînê de, mutalaya xwe derbarê Dolan de peşkeş kir û xwest Dolan bi “Endamtiya rêxistinê” heta 15 salan were cezakirin. Parêzerê Dolan, ji bo parastina li dijî mutalayê, daxwaza wext kir.   Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîn taloqê 22’yê Kanûnê kir.