Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket 2020-12-08 16:49:27   MÊRSÎN - Rêveberê HDP'ê yê Mêrsînê Alî Bîlen ê duh hat binçavkirin, testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket.    Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê Alî Bîlen, duh dema çû hevdîtina parêzerê xwe hat binçavkirin. Bîlên ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gumgumê de hat binçavkirin, ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxanê. Li nexweşxanê hat hinbûn ku testa Bîlen a vîrûsa koronayê pozîtîfe. Wezareta Tenduristiyê li bavê Bîlen, Çetîn Bîlen digere û ji re dibêje "kurê te bi vîrûsa koronayê ketiye."      Bîlen, niha li Qereqola Eskerî ya Gumgumê tê girtin.