Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin 2020-12-08 18:16:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Seyidsadiq bi guleya hêzên ewlehiyê Herêmê Elî yê 12 salî hat kuştin.   Li Başûrê Kurdistanê çalakî û prostetsoyên li dijî hikûmetê Li navçeya Seyidsadiqê ya Silêmaniyê bi hezaran welatî ji bo mafên xwe daketin qadan. Hêzên ewlehiyê jî ji bo belavkirina girseyê gule reşandin. Di mudexeleya hêzên ewlekariyê de zarokê bi navê Herêm Elî jiyana xwe ji dest da.    Li Herêma Kurdistanê duh jî li Çemçemal, Derbendîxan û Kifrî 3 kes bi guleya hêzên ewlehiyê hatibûn kuştin.   Protestoyên gel ên li dijî hikûmetê li Seyiqsadiq, Kifrî, Kelar, Tekye, Çemçemal, Qeladiz, Pêncwên, Şarezur, Zerayen û Pîremegrunê didomin.