Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-08 20:17:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 211 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 33 hezar û 198 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 211 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 33 hezar û 198 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 15 hezar û 314 ye û hejmara nexweşan jî bû 552 hezar û 304.