'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket' 2020-12-09 09:16:25 ANTALYA - Hevseroka Şaxa SES a Antalyayê Şukran Îçoz, diyar kir ku li nexweşxaneyan cih nemaye û got: "Serdem bi dawî bû, şewb para bajêr ket."  Yek ji bajarên ku şewba Covîd-19'ê pir lê belav bûye jî Antalya ye. Li gor daneyên walîtiya bajêr li bajêr 16 jê yên dewletê û 2 jê yên zanîngehan 49 nexweşxane hene û hejmara nivînên wan 7 hezar û 269 e. Lê belê ji ber ku li bajêr hejmara pketiyan pir bûye nexweşxane giş tije bûne û hema bibêje cihê mayinê nemaye.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) Şukran Îçoz got: "Rewşa Antalyayê qet nebaş e. Ji ber ku serdema turîzmê bi dawî bû, êdî Wezareta Tenduristiyê jî nikare rastiyê veşêrê. Her diçe hejmara pêkatiyan zêde dibe û rêjeya tijebûnê ya li beşên awarte jî zêde dibe. Niha hema bibêje nexşeya bajêr giş sor bûye."    ‘SERDEM BI DAWÎ BÛ, A PARA BAJAR KET ŞEWB BÛ'    Îçoz, diyar kir ku ji bo dahata ji bo ji serdema Turîzmê bê girtin derbarê şewba Covîd-19'ê de tevdîr nehatine girtin û got: "Ji bo dahata turîzmê tenduristiya antalyayiyan hat binpêkirin. Turîstên hatin jî baş nehatin testkirin. Li navenda bajêr û navçeyan turîz guh nedan pîvanên pandemiyê. Bi rihetî li çarşî û bazaran digeriyan. Baş nehatin hişyarkirin û ji bo vê tiştek nehat kirin. Ji ber ku nediha zanîn kî nexweş e, gelek turîst ev nexweşîn belav kirin. Her wiha gelek turîst jî bi awayekî nexweş vegeriyan welatên xwe. Me hem nexweşîn îthal kir hem jî îxrac kir. Halbûkî heya nexweşîn baş nehatan kontrolkirin diviya pêvajoay asayîbûnê dest pê nekirina. Ji bo berjewendiyên turîzmvanan tenduristiya gel hat binpêkirin. Serdem bi dawî bû, lê a para bajêr ket şewbeke berbelavbûyî bû."    NEXWEŞXWENE TIJE BÛNE   Îçoz, diyar kir ku li bajêr li hin nexweşxaneyan beşina nû yên awarte hatine vekirin û got: "Piştî pêvajoya asayîbûnê, nexweşxaneyên taybet êdî ji çarçoveya nexweşxaneyên pandemî hatin derxistin. Nexweşxaneyên taybet divê careke din bibin nexweşxaneyên pandemiyê."    'BARÊ ME GIRAN DIBE'    Îçoz, destnîşan kir ku her ku şewb zêdetir dibe barê kedkarên tenduristiyê jî giran dibe û got: "Wezaret ji dêvla xebatkarên tenduristiyê yên bikadro bigire, radibe xebatkarên heyî bêtir dide xebitandin. Her wiha hin angaryayên nû tîne. Herî dawî xebatkarên Navenda Tenduristiyê ya Malbatan û Bijîşkên Malbatî daxilî nav komên fîlyasyonê kirin. Her wiha di warê cemaweriyê de dema mesaiyê hat guherandin, l belê tenduristkar daxilî vê nehatin kirin."    Îçoz, herî dawî got: "Herî kêm divê ji bo mehekê tevdîreke bi temamî bê girtin. Gava ev bê kirin jî divê di warê aborî de alîkariya welatiyan bê kirin."    MA / Hamdûllah Kesen