Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike 2020-12-09 09:16:25 STENBOL - Aborîzan Mûstafa Sonmez, diyar kir ku gotinên Erdogan ên derbarê "reform di aboriyê de" gotinine pûç in û got: "AKP'ya ku nikare li ber vê rewşa aborî rabe, hewl da qalikê xwe biguherîne. Lê kesî qaneh nekir."  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di 13'ê Mijdarê de di Kongreya 7'an a Tekirdagê de gotibû dê di warê aborî û hiqûqê de hin reformên nû pêk bînin.  Aborîzan-nivîskar Mûstafa Sonmez, gotinên Erdogan ên di vî warî de nirxandin û anî ziman ku gotinên hatine kirin pûç in.   GAVINE HEVNEGIRTΠ   Sonmez, destnîşan kir ku gotinên berpêşî piyaseyê hatine kirin ne gotinene bawerdêr in û ev gotin sirf ji bo veberhênanên biyanî werin hatine gotin û gotinene pûç in. Sonmez, anî ziman ku ji ber pratîk û îcraeta wan ev gotin kesî qaneh nakin û got: "Em ê di civînên 10'ê Kanûnê de yên Ewropayê yên derbarê Tirkiyeyê de encamên vê yekê bibînin. Biya min ev gavine hevnegirtî ne, kesî qaneh nakin. Armanc ew e ku ew pereyê ji dewletê biyanî dihat cardin bê."    Sonmez, anî ziman ku ji zû de ye Tirkiyeyê pêbawerîbûna ji bo veberhênaniya biyanî binpê kiriye û got: "Bawer nakim bi van gotinan cardin vê yekê bikin. Ev ne wisa hêsan e."    ŞOVA QALIKGUHERTINÊ    Sonmez, anî ziman ku AKp di bin navê reformê de şova qalikguhertinê dike û got: "KP'ya ku nikare li ber vê rewşa aborî rabe, hewl da qalikê xwe biguherîne. Lê kesî qaneh nekir."    Sonmez, bilêv kir ku gelek guman û fikarên veberhênaniya biyanî hene derbarê Tirkiyeyê de û got: "Ji ber rejîma yekzilamî bi kêfî tevdigere, fikarên wan hene. Îjar ew jî ji bo van tiştan biguherînin hin sererastkirinên kozmetîk dikin. Dê di bin navê reformê de ji bo berjewendiyên xwe hin tiştan bikin. Lê belê heya niha di warê biryar û sererastkirinê de tu tişt neguheriye. Bi tu awayî weziyeta yekzilamî ay Erdogan nakeve ber lêpirsînê. Di warê îcraetê de jî tu guherîn tune ye. Her kes vê yekê dibîne. Lewma dê ev reform kesî qaneh nekin."