Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e! 2020-12-09 09:17:50 RIHA - Endama HDP'î ya Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay, anî ziman ku li şaredariyên AKP'î gava xebatkarên şaredariyê ji peywirê tên dûrxistin an jî îstifa dikin, bi biryara meclîsa şaredariyê şaredarek nû tê hilbijartin, lê li şaredaryên HDP'î yên qeyûm tayinî wan tên kirin nahêlin meclîs kom jî bibe û xespkirina vînê rexne kir.  Heya niha Wezareta Karên Navxweyî ji 65 şaredariyên HDP'î hevşaredarên 53 şaredariyan ji peywirê dûr xistiye û qeyûm tayinî 53 şaredaran kiriye. Çendî ku ev yek dijî qanûna bingehîn be jî, lê belê wezaretê vê yekê dispêre xala 45'an a Qanûna Şaredariyê. Lê belê li gor Qanûna Şaredariyê gava şaredar ji peywirên bên dûrxistin divê meclîsa şaredariyê kom bibe û şaredarekî/e nû hilbijêre. Lê belê gava mesele şaredariyên HDP'î bin ev qanûn pêk nayê.    LI ŞAREDARIYÊN AKP'Î MECLÎSA ŞAREDARIYÊ ŞAREDAR HILBIJART   Şaredariyê AKP'î yê Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê Abdûllah Aksak, ji ber ku gava di biniya 18 salan de bûye çeka bêruxset pê re hatibû dîtin û ev yek di sicîla wî de cih girtibû, Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) di Kanûna 2019'an de ew ji pewirê girtibû. PIştî vê meclîsa şaredariyê kom bûbû û Feyyaz Soylû hilbijartibû û kiribû şaredarê nû.    Herî dawî jî Şêwirmendê Hiqûqê yê Şaredariya Sêwregê Selçûk Yildizogûllari, Endamê AKP'î yê Meclîsa Şaredariyê Îhsan Ozeyranli û Şaredarê Sêwregê Şeyhmûs Aydin jî piştî du kurên wî bi êrîşeke çekdarî re rû bi rû man, derpêş kiribû ku nexweş e û ji ber vê ji şaredariyê îstifa kiribû. Lê belê di çapemeniyê  derketibû ku êrîşa çekdarî ji ber hin îhaleyan di navbera şaredar Aydin û endamê meclîsê de rû daye. Piştî Aydin îstifa kir meclîsa şaredariyê kom bûbû û şaredarê nû hilbijartibû.    Endama HDP'î ya Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay, derbarê vê siyaseta cihêkar de axivî.    Ablay, anî ziman ku li şaredariyên AKP'î "şerê rantê" heye û ji bo vê jî bal kişand ser meseleya Şaredariya Sêewregê. Ablay, destnîşan kir ku gava mesele dibe şaredariyên HDP'î ji dêvla şaredarên îstifa dikin an jî ji peywirê tên girtin qeyûm tayinî şûna wan tê kirin. Ablay, bilêv kir ku lê belê li gor qanûnê mekanîzmaya ku şaredarê nû hilbijêr e meclîsa şaredariyê ye.    Ablay got: "Şaredarek dixwazî bila ji peywirê bê girtin, dixwazî bila îstifa bike an jî ji ber sedemeke din şaredarî bê betalkirin, a ku şaredarê nû hilbijêr e meclîs e. Li Sêwregê jî piştî şerê rantê, şaredarê nû bi rêbazeke demokratîk hat hilbijartin. Lê divê mirov bipirse; çima li şaredariyên HDP'î ji dêvla kesên bijartî qeyûm tên tayinkirin? Gava şaredar ji pewyirê bên girtin, ji bo bijartina şaredarê nû rêya herî demokratîk ew e ku meclîs hilbijêr e. Lê belê ev yek li her şaredariyê esas nayê girtin."    Ablay, diyar kir ku di hilijartina 31'ê Adarê de li navçeya Serêkaniyê jî heman tişt qewimîne û got: "Abdûllah Aksak, di hilbijartinê de bi ser ket û dest bi pewyirê kir. Lê belê piştî demekê AKP'ê biryar girt ku ji dêvla Aksak şaredarekî nû hilbijêr e. Aksak, bi awayekî ji peywirê hat girtin. Lê belê şaredarê nû bi biryara meclîsê hat hilbijartin. Lê belê heman meclîs ji bo şaredariyên HDP'î kom nebû."    MA / Arjîn Dîlek Oncel