Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine 2020-12-09 09:17:52 AYDIN - Li Aydinê serwîsên beşa awaret ên nexweşxaneyan ji sedî 70 tije bûne û di meha Mijdarê jî 400 kedkarên tenduristiyê bi şewba Covîd-Hevseroka 'ê ketine. Şaxa SES a Aydinê Oznûr Ozagaç got: "Li gelek nexweşxaneyên me hîn jî serwîsên li gor Covîd-19'ê bên bikaranîn tune ne."  Li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin û ji ber wê dimirin zêde dibe. Yek ji bajarên ku hejmara pêketiyan lê zêde bûye jî Aydin e. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê (SES) Oznûr Ozagaç, anî ziman ku daneyên meha Mijdarê yên bajêr berhev kirine. Li gor daneyên hatine berhevkirin di mehekê de 400 kedkarên tenduristiyê bi şewbê ketine û serwîsên beşaa awarte jî ji sedî 70 tije bûne.    Ozagaç, anî ziman ku şewba Covîd-19'ê li Tirkiyeyê her diçe zêdetir dibe û tevdîrên ji bo wê tên girtin jî kêm in. Ozagaç, da zanîn ku li Aydinê ji meha Îlonê heya niha hejmara pêketiyan qet kêm nebûye, berevajî wê her çûye zêde bûye. Her wiha Ozagaç, bilêv kir ku ji ber ku Wezareta Tenduristiyê mafê mesaî, destûr, îstifakirin û teqawidbûyînê yê tenduristkaran betal kiriye, barê tenduristkaran pir giran bûye.    TENDURISTKARÊN NEXWEŞ DIDIN XEBITANDIN    Ozagaç, bibîr xist ku nexweşên rewşa wan negiran li malê tên tedawîkirin û got: "Navendên Tenduristiyê yên Malbatê û komên fîlyasyonê nexweşên li malê tedawî dibin kontrol dikin. Lê belê ji ber ku hejmara pêketiyan zêde dibe, hejmara xebatkarên heyî jî kêm e. Lewma hevalên me yên bi KHK'yan hatine îxrackirin rojek berî rojekê divê vegerin ser karê xwe. Ji ber hejmara xebatkarên tenduristiyê kêm e, hin saziyên tenduristiyê xebatkarên testên wan pozîtîf dertên jî dixebitînin. Dixwazî bila semptim hebe yan tune be, bêyî cara dudoyan bên testkirin di roja 10'an de dest bi kar dikin."     Ozagaç, bilêv kir ku ji ber erdheja li Îzmîrê Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê nayê bikaranîn û xebatkarên li wir jî li avahiyên din dixebitin.    Ozagaç, diyar kir ku di meha Mijdarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê 120-130 xebatkar bi şewbê ketine û got: "Yanî, rojê 4-5 xebatkar bi şewbê dikevin. Li gelek nexweşxaneyên me hîn jî hin serwîsên me yên ji bo şewba Covîd-19'ê tune ne."    Ozagaç, diyar kir ku ji meha Adarê heya niha hewl didin hevdîtinê bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re bikin, lê belê piştî ew qas mehan di 30'ê Mijdarê de hevdîtin kirine. Ozagaç got: "Di hevdîtinê de me xwest dema xebatê ya xebatkaran bê sererastkirin, xebatkarên nexweşînên wan ên kronîk hebin destûra îdarî bi kar bînin."    Ozagaç, anî ziman ku lê belê rayedaran ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştek negotine.    MA / Esra Solîn Dal