Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin 2020-12-09 09:43:43 WAN - Dîlan Olgûn a li Qersê di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû, piştî sed rojan, li Wanê hat definkirin.  Cenazeyê Dîlan Olgûn a HPG'î, ya di 28'ê Tebaxê de, li navçeya Qaxizman a Qersê di şerekê de jiyana xwe ji dest da, piştî 100 rojan teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê çawan bihîst ku keça wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo cenaze bigirin mînaka xwînê da bûn. Lê piştî hemû hewldanan, malbatê duh cenazeyê keça xwe Olgûn girt. Malbatê duh bi şev cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Qersê girtin û di nîva  şevê de anî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya  Armûşê ya Wanê defin kir.     Bi hinceta pandemiyê, destûr hat dayîn ku tenê ferdên malbatê tevlî merasîma cenaze bibin.