Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe 2020-12-09 10:17:43 AMED –  Di salvegera ku Tirkiye Danezana Gerdunî ya Mafên Mirovan qebûlkir de li Tirkiye binpêkirina mafan bi rêk û pêk zêde dibe. Tirkiye hefteya mafên mirovan bi binpêkirinên wekî 'îşkence polîsan a bi kûçikan, avêtina mirov a ji helîkopteran, êrîşa gor û goristanan, binçavkirina bê navber û girtinan" pêşwazî dike.      10'ê Kanûnê Roja Mafên Miroavan a Cîhanê ye. Di 10'ê kanûna 1948’an de li Parisê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kirin. Di ser vê peymanê re 72 sal borî. Di salvegera 10'ê kanûnê de Tirkiye vê rojê bi binpêkirina mafên mirovan pêşwazî dike. Wekî gelek welat li Tirkiyeyê jî binpêkirina mafan bê navber didome. Her çend Tirkiyeyê ev danezan di 6'ê Nînasa 1949'an de qebûl kir jî dîsa li derve vê danezanê tev digere û mafên mirovan binpê dike. Bi taybetî li bajarên Kurdan û li dijî Kurdan binpêkiran mafan bêtir e. Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan, di 8 xalan de binpêkirina mafan pir zêde ye.    MAFÊ JIYANÊ    Wekî salên borî îsal jî di serî de mafê zarokan û mafê jinan ên jiyanê hat binpêkirin. Yek ji sedemê zêdebûna binpêkirina mafên mirovan, bêcezahiştin û hestê faşizan in. Li gorî rapora mehane ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 6 mehên ewil ên sala 2020’an de ji ber ku eskeran û polîsan bi hêsanî çek bikar anîn kesek kuştin û 1 kes jî birîndar kirin. Di teqîna mayînan de 1 zarok mir. Di salekê de 3 zarok, 12 jin û 4 mêr bi giştî 19 kes kuştî hatin dîtin.    BINPÊKIRINÊN JI BER ŞER PÊŞ KETIN    Li herêmê ji ber şer didome, li 3 bajaran û 13 navçeyên wan û dehan herêmê din, 8 caran herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. 7 caran qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Endamekî HPG'î ku di şer de jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê wî bi PTT'ê ji malbatê re şandin. Gor û goristanên ku endamên HPG’ê lê hatine definkirin herî kêm 8 caran hatin rûxandin û wêrankirin. Gorek komî ku tê zanîn aydî 40 kesan e hat dîtin. Êrîşên li dijî gor û miriyan bê navber berdewam kir. Ev yek wekî 'Şerê qirêj' hat pênasekirin.    ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINAN BERDEWAM KIR   Li tevahiya Tirkiyeyê kuştina jinan û binpêkirina mafên jin û zarokan berdewam kir. Li herêmê jî kuştina jinên bi şik berdewam kir. Di 6 mehên 2020'an de hat îdeakirin ku 20 jinan întîhar kiriye. 14 jin jî li malê ji ber tundiya nava malê hatin kuştin. 13 jin di encama tundiyê de birîndar bûn. Li herêmê piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin, saziyên jinan girtin û jin ji kar derxistin.    ZAROK    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema zarok li hewşa malê dilîst, polîs bi çekê ket ser pişta zarok û bera zarok da. Dîmenên ku hatin weşandin bû sedema bertekan. Li herêmê zarokên bi tecawizê re rû bi rû man û hatin kuştin zêde bûn. Li Êlihê Îpek Er bi tecawiza çawîşê pispor re rû bi rû ma û piştre jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Kerçewsê zarokek bi tecawiza 27 kesan re rû bi rû ma. Li Taxa Yeşilova ya Rûbaroka Colemêrgê eskeran gule berdan zarokê 16 salî Ozcan Erbaş û Ozcan jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê ya Amedê 3 zarokan întîhar kir û 1 zarok jî di encama tundiya malê de hat kuştin. 2 zarok bi tacîz û tecawizê re rû bi rû man. 3 zarok di êrîşa bûyerên civakî de jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 204 zarok bi tundiya zayendî re rû bi rû man. 2 zarok li dibistanê bi tundiyê re rû bi rû man. Dîsa li gorî rapora Lijneya Çavdêriya Perwerdehiyê ya Amedê tenê li Amedê 200 hezar zarok ji mafê perwerdehiya EBA bê par man.   BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCE    Dîsa li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê herî kêm 2 kes di bin çavan de 61 kes jî li cihê lê hatin binçavkirin bi îşkencê re rû bi rû man. 22 girtî li girtîgehan bi îşkenceyê re rû bi rû man. Polîsan di serdegirtina malan de îşkence li endamên malbatan kirin. Bi kuçikan îşkence li welatiyan kir. Dîsa welatî ji helikopterê avêtin. Li Amedê polîsan bi ser malbata endama TJA'yê Sevil Rojbin Çetin, Faris û Hanım Turk de girtin û bi kuçikan îşkence li wan kir. Li Navçeya Şaxê ya Wanê eskeran di 11'ê Îlonê de welatî Osman Şiban û Servet Turgut ji helîkopterê avêtin. Servet Turgut ê bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li Şirnexê polîsan Meryem Aşkara binçav kir û îşkence lê kirin.    GIRTÎGEH   Li gorî rapora Jinan a Baroya Amedê ya 2020'an li Girtîgeha Jinan a Amedê, êdî rayedarên girtîgehan 2 kelepçeyan bikar tînin. Dîsa girtî di lêgerîna tazî re derbas dibin. Li kawîşan û cihê mahrem kamera bi cih dikin. Baroyê di raporê de anî ziman ku mafê jiyana taybet îhlal dikin û di pêvajoya şewbê de girtî ji mafê tenduristî û ragihandinê bêpar tên hiştin. Li girtîgehê ji ber bêdengiya li dijî rewşa nexweşan, 21 girtîyan bi nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane. Niha dîsa li girtîgehan girtîyan li dijî tecrîdê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye.   AZADIYA RAMANÊ BINPÊ KIRIN   Li bajarên herêmê her roj mirov tên binçav kirin û girtin. li gorî rapora 6 mehan a şaxa ÎHD'ê ji ber fikrên xwe 16 zarok bi giştî 769 mirov hatin binçav kirin. Ji van kesan 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Polîsan bi giştî bi ser 638 mal û kargeriyan de girt. Di navde siyasetmedar, rojnameger û kedkarên cemaweriyê bi 11 dosyayan der barê 121 kesan de doz hat vekirin. Şîban û Turgut bi îşkenceyê ji helîkopterê avêtin. Ji ber nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) ev yek kirin nûçe, polîsan bi ser buroya MA ya Wanê de girtin û nûçegîhanên MA'yê Adnan Bilen û Cemil Ugur, nûçegîhana Jinnewsê Şehbiran Abî û Rojnameger Nazan Sala girtin. Piştî mehek şûnde nûçegîhanê MA'yê Dindar Karataş jî girtin.    QEYRANA ABORÎ LI HERÊMÊ KÛR E   Qeyrana aborî li herêmê zêde bû. Li gorî rapora HDP’ê ya aboriyê di navbera 2008-2019'an de ji ber qeyrana aborî 1 mîlyon û 468 hezar mirovan ji bajarê Kurdan koçî bajarê Tirkiyeyê kirine. Di sala 2015'an de ji ber qeyranê 50 hezar esnafî dikan girtin. Dîsa rêjeya betaliyê ya bajarên Kurdan ji sedî 30 ye. Rêjeya jinên betal heta ji sedî 43’an jî zêde dibe.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku ji destpêka sala 2020’an heta niha li bajarên herêmê binpêkirina mafan pir zêde ye û wiha got: "Ji ber dixwazin pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bikin, tundî jî û binpêkirina mafan jî zêde bûye. Ji ber pîvanên edalet u hiqûqê li ber çavan nayê girtin, pergala serdest ava dikin. Di vê pêvajoyê de hemû qanalên demokratik û muzakereyan dixetimînin. Êdî pergala darazê bê tesîr e. Bi kuçikan îşkence li mirovan dikin. Zarok tên qetilkirin. Lê li dijî van binpêkirina mafan pergala darazê xetimî ye.  Li Wanê Rojnamegeran ji ber karê xwe pêk anîn hatin girtin."   Zeytun, herî dawî destnîşan kir ku ew li dijî van binpêkirinên mafan îtîraz dikin, lê di aliyê darazê de encam nagirin. Mixabin wekî salên borî îsal jî me îtîraz kirin. Lê encam negirt. Divê em rêxistina mafan dîsa pêş bixin û xurt bikin. Em wekî ÎHD'ê 34 salin li dijî neheqî û binpêkirina mafan têdikoşin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dixwazin hemû kesên mafên wan hatin binpêkirin serî li Şaxa ÎHD'ê bidin."    MA / Eylem Akdag