Şeva borî li Pêncwên çi bû? 2020-12-09 11:13:40 SILÊMANÎ  - Li navçeya Pêncwên a Silêmaniyê şeva borî welatî ji bo mafên xwe li qadan bûn û şevek bi aloz derbaskirin. Xwepeşanderan baregehên piraniya partiyan, mêvanxaneya qaymeqamtiyê, mala Rêveberê Deriyê Sînor ê Başmax û mala Rêveberê Bajaroka Nalparêz şewitandin. Di aloziyan de çekdarekî PDK’ê hate kuştin.     Şevê din li gelek navçe û bajarên Herêma Kurdistanê çalakî hatin li darxistin. Duh êvarî welatiyên navçeya Pêncwên a Silêmaniyê jî ji bo daxwaza mafên xwe, dayîna mûçe û li dijî rewşa xerab a aborî daketin qadan. Di serî de xwepêşanderan riyen sereke yên navçeyê girtin û li dijî desthilatê berdewam dirûşme diavêtin. Beşek ji xwepêşanderan çûn li ser baregehên partiyan û baregehên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komelya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst şewitandin. Piştre mêvanxaneya qaymeqamtiyê, mala Rêveberê Deriyê Sînor Başmax Lîwa Merîwan û mala Rêveberê Bajaroka Nalparêz Hêmin Îbrahîm a li Pêncwên şewitandin.   ÇEKDAREKÎ PDK'Ê HAT KUŞTIN    Di nava aloziyan de çekdarekî PDK’ê hate kuştin. Nayê zanin ji aliyê kêve hatiye kuştin. Bi çeka çiftê 4 kes birîndar bûn. Şeva borî canazeyê çekdarê PDK’ê hate veşartin. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyê. Xwepêşandanê heta saet 00.00’an berdewam kir. Li Herêma Kurdistanê duh zêdetirî 15 navendên herêma Silêmaniyê û Helebce xwepêşandan hebûn. Di encama gulebarana hêzên çekdar de çend xwepêşander şehîd û birîndar bûn. Gelek baregehên partiyan hatin şewitandin. Ji derveyî vê li Taxa Bekireco ya Silêmaniyê şeva din hewl dan ku xwepêşandanê bikin lê hêzên ewlehiyê rê neda û xwepêşander belav kirin.