Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman 2020-12-09 12:19:40   WAN - Li navçeya Payîzavayê, jina bi navê Guler Keklîk bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li Taxa Pût a navçeya Payîzavayê ya Wanê, jina bi navê Guler Keklîk di saetên serê sibê de bi awayekî ku bi çekê hatiye kuştin hat dîtin. Cenazeyê Keklîk ji bo kirariyên otopsiyê ewil rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê pişt re birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dûrsûn Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Hat diyar kirin ku dozgeriyê li ser mirina bi guman a Keklîkê lêpirsîn daye destpêkirin.