HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne 2020-12-09 13:42:43   EDENE - Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê, nûçeyên di medyaya nêzîkî hikumetê de ku Halît Şaşmaz ê ji operasyona hişbirê hatibû binçavkirin wek HDP’î nîşan dan, derewand.   Angaştên ku têkiliya Halît Şaşmaz ê li Aksarayê ji operasyona hişbirê hatibû binçavkirin bi Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê re heye hat derewandin. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê, debarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî nûçeyên ku têkildarî mijarê di medyaya nêzîkî hikumetê de hatibûn dayîn da.   EM Ê SERÎLÊDANA SÛC BIKIN   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di hin saziyên çapemeniyê de hin nûçeyên spekulatîf ku Halît Şaşmaz ê li Aksarayê di operasyona hişbirê de hatiye binçavkirin endamê HDP’ê ye hatine weşandin. Şaşmaz ê demekê di DBP’ê de dixebitî xebatên xwe bi dawî kirine û tu têkiliya wî bi HDP'a Edeneyê û navçeyên wê tuneye û ne endamê me ye. Medya hawiz a ku HDP’ê dikişîne nav têkiliyên xwe yên qirêj, êrîşkirina nirxên me ji xwe re wek pêywîrekê dibîne. Bi van operasyonan û hewldananên zirar dayîna siyaseta me ya civakî û zelal nikarin encamekê bi dest bixin. Em ê derbarê saziyên çapemeniyê ku derbarê partiya me de nûçeyên derew çêkirine serîlêdana sûç bikin.”