Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş… 2020-12-09 15:50:23 ENQERE – ÎHD û TÎHV’ê, rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên 11 mehên ewil ên sala 2020’an ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku mûameleya xirab, îşkence û kiryarên kuştinê zêde bûn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, da zanîn ku di hevdîtina bi Wezareta Dadê kirin re de, tu bersivek têr û tije negirtin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rapora xwe ya hevpar a ji bo 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan amade kiribûn, ji raya giştî re aşkere kirin. Civîna çapemeniyê ya hevpar li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, endamê Lijneya Rêveberiya TÎHV’ê Sezaî Berber û endamên MYK’a ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Turkdogan, li ser navê saziyan axivî û diyar kir ku rejîma li Tirkiyeyê desthilatdare, lê desthilatdariyeke bêsînor tê birêve birin û ev jî veguheriye rejîmeke ne diyar.   Turkdogan, da zanîn ku ji desthilatdariyê ji aboriyê bigirin heya tenduristiya civakî hemû pirsgirêkên heyî veguherandine pirsgirêkên ewlekariyê û wiha axivî: “Hem li derveyî welat û hem jî di hûndirê welat de, tundî hatiye esas girtin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navneteweyî polîtîkayên şer tên bi rêve birin. Yek ji sedemên herî mezin ên binpêkirinên mafên mirovan yên di sala 2020’an de, hatin jiyîn evin.    Turkdogan dûre rapora ÎHD û TÎHV’ê ya binpêkirinên mafan ên di 11 mehên ewil yên sala 2020’an hatin jiyîn xwend.    Rapora hat amadekirin wiha ye:   260 JIN HATIN QETILKIRIN    Di 11 mehên ewil ên salê de, hêzên esker û polîsan, bi hincetên cuda 12 kes kuştin, 10 kes birîndar kirin. Di encama pevçûnên di nava welat rû dan de, herî kêm 32 esker, 11 polîs û 3 cerdevan, 160 mîlîtan, 20 sivîl bi giştî 225 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di operasyonên hatin lidarxistin de, 50 karmenên erkdarên ewlkeariyê (46 esker, 2 polîs, 2 cerdevan) û 29 sivîl, bi giştî 79 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama teqîna mayîn de 1 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.    Di girtîgehan de jî, bi hinceta nexweşiyê, întîhar, tundiyê û xemseriya herî mê 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşên nijatperest û kînê de jî, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Dîsa parlamenter, rêveberiyên partiyên siyasî, nivîskar, rojnameger û hûnermend, herî kêm 14 kes bi kuştinê hatin tehdîtkirin. Di heman demê de herî kêm 20 eskeran bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û 20 esker jî birîndar bûn.    Di 11 mehên ewil ên sala 2020’an de, herî kêm 2 hezar û 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di encama tundiya zilam de jî herî kêm 260 jin hatin qetilkirin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) tenê li gorî daniyên fermî 13 hezar û 745 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî danayên Yekitiya Bijîşkên Turk (TTB), ji 28’ê Mijdara 2020’an û heya roja îro 1185 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.    ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB    Bi giştî 573 kesên rastî îşkencê û muameleya xirab hatin serî li TÎHV’ê dan. Dîsa 417 kesên hatibûn binçavkirin û berdan derbarê îşkenceyê û muameleya xirab de serî li ÎHD’ê dan. Li gorî danayên TÎHVê herî kêm 174 kes dibin çavan de rastî îşkenceyê û muameleyên xirab hatine. Li gorî danayên TÎHV’ê hezar û 929 kes di çalakiyên aştiyane de rastî îşkenceyê û muameleya xirab hatine. Dîsa 32 kes di serdegirtinên malan de rastî îşkenceyê û muameleya xirab hatine. Li gorî danayên ÎHD’ê jî di çalakî û bernameyên aştiyane de herî kêm 2 hezar û 190 kes rastî mûameleya xirab hatine û îşkence li wan hatiye kirin. Di heman demê de li gorî TÎHV’ê 10 kes bi zorê hatin revandin. Di 6’ê Tebaxa 2019’an de Yûsûf Bîlge Tûnç ê li Enqerê winda bû jî, hîna derbarê aqûbeta wî de tu agahî tuneye. Li gorî danayên ÎHD’ê, 160 kesa zext li wan hatiye kirin, gef li wan hatine kirin û teklîfa sîxortiyê ji bo wan hatiye kirin. Ji vana 45 kesan serî li şaxên ÎHD’ê dane.   DI SALA 2020’AN DE GIRTÎGEH   Li gorî Wezareta Dadê, ji 1’ê Cotmeha 2020’an û heya 19’ê Hezîrana 2020’an, 396 girtiyan, li dijî îşkenceyê û muameleya xirab serlêdan kirin. Derbarê 38 hezar û 582 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Li girtîgehan, bi hincetên cuda lêgerîna tazî, muayeneya bi kelepçeyê, li ser piyan hejmar dayîn, lêdan, nêzîkatiyên keyfî, cezayên dîsîplînê yên keyfî, cezayên hucreyan, sîrgûn û di dema sîrgûnkirinê de nêzîkatiyên xirab li dijî girtiyan hatin kirin.   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Li gorî danayên ÎHD’ê 604 girtiyên xweşiyên wan giran di girtîgehan de hene û bi van girtiyên nexweşên giran re bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji ber şert û mercên di girtîgehan de ev girtî li gorî tê xwestin nayin derman kirin.   AZADIYA RAMAN Û NÊRÎNÊ    Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê, di 11 mehên sala 2020’an de; 62 rojnameger û 2 nivîskar hatine binçavkirin, 25 xebatkarên çapameniyê hatine girtin, 14 xebatkarên çapemeniyê bi şertê kontrola edlî hatine berdan, 5 rojnameger êriş li wan hatiye kirin, hewl hatiye dayîn ku êrişî 3 rojnamegeran bê kirin, gef li 4 rojnamegeran hatiye xwarin, ji aliyê kesên ku xwe weke endamê îstixbaratê dane nasîn ve sîxurtî li rojnamegerekî hat ferzkirin, êriş li 2 saziyên çapameniyê û wesayîteke Cemiyeta Rojnamegeran hat kirin, 2 caran bi ser ofîseke ajansa nûçeyan de hat girtin, 132 dozan de 253 rojnameger hatin darizandin, bi giştî 131 sal û 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 14 hezar 660 TL cezayê pereyan li 32 rojnamegeran hat birîn, rojnamegerek 20 hezar TL tazminat da, derbarê 41 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, derbarê 29 hezar û 19 hesabên meda civakî de lêpirsîn hat destpêkirin, di 7 dozên medya civakî de 19 sal û 5 meh û 27 roj cezayê girtîgehê  li 4 kesan hat birîn.    AZADIYA LI HEV CIVANDIN Û RAPÊŞIYÊ   Di 11 mehên sala 2020’an de; li 35 bajaran 115 caran herî kêm rojek û herî zêde 30 roj çalakî hatin qedexekirin, qedexeya çalakiyan a bênavber ku di 21’ê mijdara 2016’an de li Wanê dest pê kir derket hezar 474 rojan, hezar û 929 kes îşkence û muemeleya xerab li wan hat kirin, 65 kes birîndar bûn û yek jê zarok bi giştî 9 kes hatin girtin, 100 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û herî kêm li 88 kesan cezayê pereyan hat birîn.    DERBARÊ 42 PARLAMENTERAN DE 217 FEZLEKE HATIN AMADEKIRIN   Di 11 mehên sala 2020’an de; parlamenteriya parlamenteran bi hinceta cezayên ku li hatibûn birîn hat betalkirin û hatin girtin, 4 parlamenterên berê hatin binçavkirin û 3 jê wan hatin girtin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li parlamenterekî hat birîn, dozên 12 parlamenterên berê hatin berdewamkirin, derbarê 64 parlamenteran de 260 fezleke hatin amadekirin, herî kêm 492 endam û rêveberên partiyên siyasî hatin binçavkirin û herî kêm 114 kes ji wan jî hatin girtin, li bajar û navçeyên cuda ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li hemberî 7 avahiyên partiyên siyasî êriş hatin kirin, dozên berê yên derbarê 112 endam û rêveberên partiyan de hatin berdewamkirin û derbarê 11 kesan de lêpirsîn hatin destpêkirin.   PIRSGIRÊKA KURD   Di 11 mehên sala 2020’an de; di 14 êrişên nîjadperest de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 32 kes birîndar bûn, Di 9’ê êrişên nîjadperest ên cuda de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn, ji van êrişan 2 jê li hemberî kesên ku leşkerî dikirin ji aliyê leşekran ve pêk hatin û tayînkirina qeyûman û girtina siyasetmedarên kurd berdewam kirin.    MAFÊN ZAROKAN   Di pêvajoya pandemiyê de tundiya li hemberî jin û zarokan ji sedî 27,8 zêde bû. Di meha tîrmehê de li Şirnexê çawişekî pispor hewl da dest dirêjî keçeke 13 salî bike. Di erdheja Îzmîrê de 27 zarokan jiyana xwe ji dest da û gelek zarok jî birîndar bûn û dayikûbavên xwe winda kirin. Mafê zarokên ku ji bin kavilan hatin derxistin tune hat hesibandin û dîmenên wan û agahiyên wan ên nasnameyê hatin weşandin.    PENABER   Di 11 mehên sala 2020’an de; li Îzmîr û Wanê di encama noqbûna kelekan û qefilandinê de 85 penaberan jiyana xwe ji dest da, di 9 bûyerên cuda de 4 jê zarok 6 penaberan jiyana xwe ji dest da û 5 penaber jî birîndar bûn, di encama 2 êrişên hêzên ewlehiyê de 5 penaberan jiyana xwe ji dest da, di 3 bûyerên cuda de 33 penaber hatin binçavkirin û îşkence û muemeleya xerab li wan hat kirin, di bin çavan de dest dirêjî jineke penaber hat kirin, di qezayên kar de jî 84 penaberan jiyana xwe ji dest da.   HEVDÎTINA BI WEZÎRÊ EDALETÊ RE   Turkdogan, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand û têkildarî hevdîtina wan a bi Wezareta Edaletê re ev tişt got: “Me mijara Îmraliyê di hevdîtina xwe de anî ziman lê dema ku mijar dibe Girtîgeha Îmraliyê; Wezîrê Edaletê tenê guhdar dike, mixabin bersivên ku mirov qanih bike nade. Li gorî me divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Tecrîd nayê qebûlkirin. Me pirsgirêkê anî ziman û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye. Hêvî dikim bêyî pirsgirêka greva birçîbûnê mezin bibe tecrîd ji holê bê rakirin. Rapora 5 sal in dawî da. Ji sala 3015’an ve 6 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û 20 hezar jî birîndar bûne. Wê kê hesabê vana bide? Dive êdî Tirkiye polîtîkaya xwe Prisgirêka Kurd biguherîne û ji bo pêvajoyeke nû gav bavêje. Em timik li aliyê aştiyê ne. Ji bo vê jî divê rewşa pevçûnan raweste. Tecrîd vê asteng dike. Dibe ku şansek hebe. Bi hevdîtinên Abdullah Ocalan re dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike. Divê mirov vê timik di hişê xwe de bigirin.”