Xelata şefafiyê dan TTB’ê 2020-12-09 15:56:28   ENQERE – Komeleya Şefafiyê ya Navnetewî ya Şaxa Tirkiyê, TTB’ê hêjayî Xelata Şefafiyê ya 2020’an dît.   Komeleya Şefafiyê ya Navnetewî ya Şaxa Tirkiyê (Transparency Int'lTR), xelatên şefafiyê yên sala 2020’an di çarçoveya 9’ê Kanûnê Roja Têkoşîna Bi Nelirêtiyê Re ya Cîhanê eşkere kir. Di qada sazîbûnê de Xelata Şefafiyê yên 2020’an Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hêjayî xelatê dît. Komeleyê têkildarî xelata daye TTB’ê daxuyaniyek da û ji ber serkeftinên şefafiyê yên şewba global derxistiye holê vê xelatê dane TTB’ê û xwest xebatkarên tenduristiyê hemû bi şefafî bixebitin.