Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin 2020-12-09 16:52:08   MÊRSÎN / EDENE - Li Mêrsîn û Edeneyê di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.   Vê sibehê li Mêrsîn û Edeneyê polisan bi ser hin malan de girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin, polîsan bi ser hin malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan bi hêceta “porapaganda rêxistinê kirine” 3 kesan binçav kir û bir Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.   MÊRSÎN   Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan kesê bi navê Ciwan Tamûr û 2 welatiyên navê nehat zanîn binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û welatiyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.