Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn' 2020-12-10 09:22:28 MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û ji bo daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de jî diyar kir ku daxwazên wan, daxwazine insanî ne û ji bo "têkoşîneke topyekûn" bang li her kesî kir.  Li Tirkiyeyê îsal jî 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê di serdemeke ku zext û zorî zêde bûne de tê pêşwazîkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr, binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîa li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin nirxandin.    TECRÎD SÛC E    Demîr, diyar kir ku di warê binpêkirina mafên mirovan de Tirkiye li cîhanê di rêzên ewil de cih digire û lewma welêt veguheriye girtîgeheke vekirî. Demîr, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got: "Tecrîd, cezayê li ser ceza ye. Sûc e, li hemberî mirovahiyê. Kesek, sûcê wî çid ibe bila bibe, nêzîkatiya ji bo wî kesî divê li gor rêziknameya girtîgehê be. Pêkanînên derî vê nabin. Div î warî de mînaka ku her kes pê dizane Abdullah Ocalan e. Tê tecrîdkirin. Ji zû de ye nikare hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev yek dike ku zext û zoriyên li ser girtiyên din jî zêde bibin. Û dibe sedema bertekekê. Di şexsê Ocalan de li teahiya girtîgehan pêk tê. Niha jî ji bo ev tecrîd ji holê bê rakirin mirov bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Tirkiye diviya bû heya niha ji derheqê van pirsgirêkan derketana. Di sedsala 21'em de hîn jî ceza li ser ceza tê birîn. Ev li dewleta hiqûqê nayê. Ev li deweleteke dibêje 'ez dewleteke civakiyî me' nayê."    GIRÎNGIYA RAYA GIŞTΠ   Demîr, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirine û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê yên dest pê kirine, niha ên dorveger in. Heger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê veguhere ya bêdorveger û paşê dibe ku veguhere rojiya mirinê jî. Îcar heger raya giştî li hemberî van daxwazên girtiyan bdeng bimîne, dê ev tişt biqewmin. Dibe ku tiştên wekî dema grevên din qewimîn, cardin biqewimin. Îcar ji bo tiştên nebaş neqewimin raya giştî divê xwedî li daxwazên wan derkeve û bibe dengê wan. Ji bo grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin, tecrîda li girtîgehan divê bi dawî bibe."    BANGAWAZΠ   Demîr, anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazine pir insanî ne û got: "Ne mimkun e ku ji xeynî cezayên li dadgehan li van kesan hatibe birîn, cezane din bên birîn. Rêveberiya girtîheê nikare bi kêfî hereket bike. Lê ez dibêm helwestên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan bi fermanên naavendî tên kirin. Lewma rabûne li ber van biryarên navnedî, bi têkoşîneke topyekûn pêkan e. Raya giştî divê ji bo dengê girtiyan xwe li bêdengiyê daneyne. Ji lewra gava bertek tune bin, dê tecrîda li girtîgehan sîrayetî derve jî bike. Bi boneya hefteya mafên mirovan em bang li raya giştî dikin ku her kes bi hesasiyet tevbigere û ji bo têkoşîna di vî warî de mil bide milê hev du."    MA / Omer Akin