Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin 2020-12-10 09:30:45 MÊRDÎN - Derbarê gefxwarinên Şaredarê Şaredariya Eyyûbiyeyê yê berê Mehmet Ekîncî de ku li jinekê xwaribûn, nûçe hatibûn çêkirin. Lê belê kesên bi navê E.K. û Û.Y. biryareke sixte ya dadgehê çêkirine û bi vê biryarê xwestine nûçeyên di malperên nûçeyan de hatine weşandin rakin.  Di ajansam me de di 30'yê Cotmehê de bi ser navê "Şaredarê AKP'î yê berê bi mirinê gef li jinekê xwar" derbarê gefên Şaredarê Şaredariya Eyyûbiyeyê yê berê Mehmet Ekîncî de nûeyek hatibû weşandin. Lê belê derket holê ku bi biryareke sixte ya dadgehê hatiye xwestin ev nûçeya di ajnsan de cih girtiye bê rakirin. Piştî çapemeniya herêmî û neteweyî ev nûçe weşandin Ekînciyê AKP'î wekalet daye kesê bi navê E.K. da ku bi mijar re eleqedar bibe. E.K. ku kar û barên taybet ên Ekîncî dike jî biryareke sixte ya dadgehê amade kiriye û ji navendên nûçeyan re şandiye û xwestiye nûçeyê rake. Piştî ku saziyên çapemeniyê bersiveke neyînî didin, vê carê E.K. jî ji malperên nûçeyan û rojnameyan re dibêje dê çavkaniya nûçeyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî nûçeyê rake û bi vî awayî xwestiye rêvebirên malperan qaneh bike.    ROJNAMEYÊ QEBÛL NEKIR    Yek ji rojnameyên li ser îneternetê yên ev nûçe bi kar anî jî Ozgur Manşet bû. E.K. pêwendiyê bi rêvebirê Ozgur Manşetê re datîne û ji rêvebir re gotiye, heger nûçe neyê rakirin dê ceza li wan bê birîn. Lê pitşî rêvebirê rojnameyê daxwazê red dike, vê carê jî Û.Y. bi rêya Facebookê peyamekê bi rojnameyê re datîne û derpêş dike ku biryara dadgehê di dest wan de heye û ewraqeke bi e-îmzeyê ji rêvebirê rojnameyê re dişîne. Lê belê derket holê ku biryara hatiye şandin û li ser hatiye gotin ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê ve hatiye amadekirin, sexte ye.    U.Y: NE EZ IM    Lê belê hat hînbûn ku dadger Abdûrrahman G.'yê îmzeya wî li bin biryara sexte hatiye danîn, 3 sal berê ji Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê tayinî Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê bûye. Paşê rêvebirên rojnameyê diyar dikin ku ewraqa hatiye şandin sixte ye, lê belê Û.Y. bi israr dibêje na. Piştî vê rêvebirên rojnameyê maîlekê ji E.K. re dişînin û jê biryara ku Û.Y. ji wan r eşandine dipirsin. E.K. jî diyar dike ku haya wan ji vê biryarê tune ye û Û.Y.'yê ku ewraq şandiye dibe ku parêzerê Ekîncî be.    Piştî demeke kurt E.K. maîlekê ji rojnameyê re dişîne û dibêje tu eleqeya wan bi Û.Y. re tune ye û biryara dadgehê jî ne rast e û dibêje: "Ev bêyî haya Mehmet Beg çêbûye. Wekî nûçeya ewil dibe ku ev jî êrîşeke sîberî ya komên terorî be ku li dijî Mehmet Beg dabin destpêkirin."    Piştî vê me bi telefonê xwe gihand Û.Y. Ev kesê navbirî diyar kir ku tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye û hesabê wî yê medyaya civakiyî hatiye dizîn û ew bi xwe jî nikare têkeve hesabê xwe û dê serî li dozgeriyê bide.    MA / Ahmet Kanbal