5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re 2020-12-10 09:32:39 ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 5 sal derbas bûn, lê belê dosyeyên derbarê mirina 121 kesî de hatine vekirin hîn jî wekî xwe ne û hîn jî cenazeyê 14 kesan winda ye.  Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexe 79 rojan dewam kiribû. Di 2'yê Adara 2016'an de jî hatibû rakirin. Di dema qedexeyê de têketin û derketina 11 taxên navçeyê bi temamî hatibû girtin, şebekeya telefon, înternetê hatibû birîn û ceryan jî hatibû qutkirin. Li gor raporên rêxistinên mafaên mirovan, di dema qedexeyê deli seranserê navçeyê 288 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ji van kesan 177 kes di "jêrzemînên Cizîrê" de hatibûn şewitandin û jiyana xwe ji dest dabûn.    Piştî ragihandina qedexeyê taxa Cudî, Nur, Sur û Yafes bi çekên giran hatibûn bombebarankirin. Di pêvçûn û êrîşan de pitîk, zarok jî di nav de bi giştî 228 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di vê pêvajoyê de, gelek cenaze hatibûn tevlihevkirin, li cihên şaş hatibûn definkirin û hin ji van jî piştî 3 sal şûnde radestî malbatên wan hatibûn kirin.    Wê demê cihê ku herî zêde sivîl lê hatibûn kuştin navçeya Cizîrê bû. Li gorî raporên rêxistinên Komeleya Mafên Mirovan gelek kes di encama gulebarandinê hatibûn kuştin û piştre jî hatibûn şewitandin. Tê zanîn ku gelek ji wan kesên ku di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn, ji ber ku mafê wan ên tedawîkirin û mudaxileya tenduristiyî hatibû binpêkirin jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hezaran mirovên ku li navçeyê dijiyan, ji ber ku têketin û derketina navçeyê qedexe bû, di peydakirina hewcedariyên xwe yên sereke de bi rojan zehmtiyeke giran kişandibûn.    110 HEZAR KES KOÇBER BÛN   Li navçeya Cizîrê ya ku 11 taxên wê hene hilweşîn û pêvçûn li taxên Cûdî, Yafes, Sûr û Nûrê pêk hatin. Li navçeyê ji sedî 80'yê 4 taxên şer lê qewimîbû hilweşiyabûn û li dor 500 avahî û 2 hezar bîne zirar dîtibûn. Di 2'yê Adara 2016'an de li navçeyê qedexeya derketina derve bi awayekî qismî hatibû sekinandin. Nifûsa navçeyê ya ku di sala 2015'an de 131 hezar û 816 bû, piştî rakirina qedexeyê 110 hezar kes koçber bûn bûbûn. Bi taybetî piştî qedexeya derketina derve ya dawî, koçberiya bi darê zorê li navçeyê bilez bû û bi hezaran kes neçar man ku navçeyê biterikînin. Li taxên, ku piraniya wan 500 xaniyên ku berê rapora saxlem dane wan, bi fermana Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û walîtiyê ve hatin hilweşandin. Di  meha Adarê de hîmê 6 hezar û 500 bîna û kargeh hatin danîn û çêkirin.   14 CENAZE WINDA NE   Her wiha cenazeyên 14 kesên ku di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hîn jî nehatine dîtin. Tê texmîn kirin ku cenazeyê; Ferîde Yildiz, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray, Mustafa Keçanlu, Emrah Aşkin û Sakîne Durmîş li 7 bajarên cûda hatine veşartin.    DERBARÊ 121 DOSYAYAN DE BIRYARA NEŞOPANDINÊ    5 sal di ser qedexeyan re derbas bûn lê belê dosyayên ku hatine vekirin hîn wekî xwe yên berê ne. Di dema qedexeyan de ji 228 kesên ku  jiyana xwe ji dest dabûn, derbarê mirina 121 kesî de dosye hatibûn vekirin. Ji van dosyeyan, derbarê dosyeyên 83 kesan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Ji 83 dosyayên ku ji bo wan biryara neşopandinê hatibû dayîn, ji bo dosyeyên 51 kesî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hatibû dayîn û Wezareta Karên Navxweyî tenê derbarê 9 dosyeyan de bersiv dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ji 121 dosyeyan ji bo dosyeya 4 kesan "biryara lêgerîna daîmî" dabû û her wiha der barê 34 dosyayan de jî biryara "bêpeywiriyê" dabû.