Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin 2020-12-10 10:37:58   MÊRDÎN – Cenazeyê Serhat Aykul ku li Çiyayê Amanosan di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 111 rojan di bin dorpêçê de hat definkirin. Meleyên ku ji bo veşartina Aykul hatibûn vexwendin jî nehatin veşartinê.       Malbata Aykul (Ciger Amed) ê HPG’î ku di 22’ê tebaxê de li Çiyayê Amanosê yê li navçeya Hassa ya Hatayê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 4 mehan cenazeyê wî ji Morga Tipa Edlî ya Edeneyê wergirt û anî Mêrdînê. Li Edeneyê, ji bo cenazeyê Aykul mizgeftan dardest û Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û Şaredariya Seyhanê wesayîta cenaze nedan malbata Aykul û malbat neçar ma ku cenazeyê kurê xwe bike kîsên cenazeyan û di baxaca wesayîtê de bîne Mêrdînê. Cenazeyê Aykul di saetên şevê de gihîşt gundê Şêxan ê navçeya Şemrexê. Bi sedan leşkeran goristana gund dorpêç kirin û ji bilî çend ferdên malbatê nehiştin tu kes tevlî merasîma cenazeyê Aykul bibe.    Bavê Aykul Ahmet Aykul, diyar kir ku destûr dane wan ku tenê 2 kes tevlî veşartina Aykul bibin û meleyên ku ji bo veşartinê gazî wan kirine jî nehatine veşartinê.