805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin 2020-12-10 11:24:38   STENBOL – 805 welatiyan derbarê Hefteya Mafê Mirovan de danezanekê weşandin û diyar kirin ku ji bo jiyaneke mirovî divê guhertineke fikrî ya bingehîn û siwêrandina civakeke nû pêk were û banga “Berpirsyariyê bigirin ser xwe” li muxalefetê kirin.   “85 welatiyên” ku di nav wan de ronakbir, nivîskar, akademisyen, hunermend, teqawît, xwendekar, parlamenter û şaredarên berê hene, derbarê 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de danezanek weşandin û ji muxalefetê xwestin ku ji bo jiyaneke bi aram û ewle “berpirsyarî bigire ser xwe”. Di danezanê de hat destnîşankirin ku daxwaz û bêrîkirina herkesê ku li vê xakê dijî jiyaneke bi rûmet û aram û azadî û aştî ye û lê ji ber ku qrîza civakî, siyasî û aborî giran bûye ji bo xwe gihandina jiyaneke mirovî divê guhertineke fikrî ya bingehîn û siwêrandina civakeke nû pêk were.   TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Di berdewama danezanê de ji bo jiyana azad a bi mafên wekhev qala giringiya pêşxistina tifaqa demokrasiyê hat kirin û ji partiyên muxalefetê hat xwestin ku li gorî daxwazên hevpar ên gel li meclisê tifaqa demokrasiyê bê pêşxistin. Her wiha hat destnîşankirin ku ew di baweriyê de ne ku dê tifaqa demokrasiyê ji bo bi milyonan bibe hêvî û li bendê ne ku muxalefeta demkratîk bi wêrekî vê pêngavê bavêje û peywir û berpirsyarî bigire ser milê xwe.    GAVÊN GIRÎNG   805 welatiyan gavên ku divê destpêkê bên avêtin wiha rêz kirin:    “* Heta ku li şûna berdana cihêkarî efûyeke ku siyasiyan bihewîne nava xwe dernekeve,    * Li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, heta ku ronakbirên muxalîf û siyasetmedar azad nebin,   * Heta ku HSK ji nû ve neyê sererastkirin û serxwebûna darazê ya ji rêveberirinê pêk neyê,   * Heta bi hezaran kesên ku bi awayekî kêfî bi KHK’an hatine îxrackirin negihîjin mafê xwe,   * Heta ku pêkanîna qeyûman a vîna bi milyonan hilbijêran tune dihesîne neyê bidawîkirin û hilbijartî venegerin ser peywira xwe,    * Heta ku êrişên li hemberî destkeftiyên jinan nerawestin û qanûnên wekhev pêk neyên,   * Heta ku pêşî li talankirina hebûnên xwezayî û hawirdorê ya ji bo rantê neyê girtin û projeyên vê derbarê de neyên betalkirin, em ji tu gotinên reformê bawer nakin û dibêjin ku wê ji tu pirsgirêkî re çareseriyê neyne.