Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin 2020-12-10 13:30:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI),  di Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de bi armanca ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê biparêze û rojnameger karibin bi awayekî azad nûçeyan amade bikin bi dûrişmeya “#Azadiya Çapemeniyê” kampanya da destpêkirin.    Bi awayekî gerdûnî Roja Mafê Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), ji bo ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê biparêze û rojnameger karibin bi awayekî azad nûçeyan amade bikin, kampanyayek ku banga gerdûnî li rayedarên Tirkiyeyê û navneteweyî dike da destpêkirin.   Armanca kampanya ku bi dûrişmeya “#Azadiya Çapemeniyê” hat destpêkirin ev e; berdana rojnamegerên girtî, bi dawîbûna darizandina rojnamegerên ku bi hinceta qanûna Têkoşîna li dijî Terorê tên darizandin,  pêkanîna serxwebûna darazê, bidawîkirina sansurên ku li ser naverokên online pêk tên,  bidawîbûna zextên saziyên venêrina çapemeniyê yên li ser çapemeniya serbixwe.