Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye 2020-12-10 14:58:54   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, diyar kir ku AKP Tirkiye xistiye rêya dojehê û wiha got: "Niha em di duriyana navbera dojeh û bihiştê de ne. Ji bo em nekevin dojehê, pêdivî bi tekoşînek xurt a maf heye."    Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag, li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Enqereyê berdewam kir. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Yuksekdag di danişînê de bal kişand ser rewşa siyabeta AKP'ê ya Tirkiyeyê û wiha got: "Îro li geşedanên siyasî binerin. Tişta wê rojê min got ez îro zêdetir dibêjim. Kesên 4 sal berê piçek şerm dikirin, îro bêyî şerm bikin bi komên çete û mafya û endamên herba taybet re hevkariyê dikin. Wan diparêzin. Me dengê 6 milyon mirov girt. Lê niha me wekî terorîst îlan dikin. Dîsa mafê me ji destê me girtine. Hem me girtî dadirizînin, hem jî me ji darizandinek bi edalet û demokratîk bêpar dihêlin. Îro roja mafên mirovan a cîhanê ye. Ez vê yekê di vê roja mafên mirovan de dînim ziman. Mafê mirovan ê jiyanê tune. Mafê jinan tune. Mafê tenduristiyê û civakî tune ye. AKP-MHP bi hevkariyê bêtir Tirkiyeyê dibin rewşek xerab."    Yuksekdag, Niha qada çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve dest pê kiribûn qedexe kirine. Çima? Ji ber tayîb beg ev yek xwestiye. Navê dayikan binpê dike. Wî meskenî tenê aydî xwe dibînin. Niha bi çavê terorê li her tiştî dinerin. Dayika 75 salî Emine li pey xwe kişandin û binçav kirin. Bi çop û mertalên polisan li dayikan îşkence kirin. Şertên welat ên îro ji yên duh pir dijwartir in. Di salên 90’an de em li ser pirsirêkan di axivîn. Me hişyar kir û me got 'Hûn bi mafya û kontrgerilla re di nava hevkariyê de ne. Dema di sala 2016'an de bajar dorpêç kirin, gelek cînayetên ku hêj faîlên wan nehatine ditin çêbûn. Mirov nahin kutin. Wê dema kolan hatin qedexekirin kesên bi navê ‘Joh poh' ku kes nizane kî bû hatin. Di nava wan de çeteyên tev li sûc bûbûn hebûn. Me gelek caran ev yek ji îqtîdarê pirsî. Lê îxtîdarê bersîva vê yekê neda me. Me daneyên destê xwe li ber çavan girt û got 'Hûn siyaseta kontra  dikin. Di salên 90’î de dewlet li Susurlukê li kamyonê qelibî. Lê îro dewlet li ku biqelibe em jî nizanin."    SEROKÊ RÊXISTINA SÛC BI EFÛYA TAYBET BERDAN   Yuksekdag, bal kişand ser Alaatîn Çakici û wiha lê zêde kir: "Serokê Rêxistina sûc Alaattin Çakici bi efûya taybet serbest berdan. Li vî welatî sucdarê şerê taybet ku hevjîna xwe kuştiye, kesê kaçaxvaniya tiryakê kiriye, bavê mafya ye bi efûya taybet serbest berdan. Ez qala Alaattin Çakici dikim. Niha tev li siyasetê bû. Ma Tirkiyeyek wisa tê xwestin. Dibêjin bila Figen Yuksekdag, Selahattin ne axivin. Bila Alaattin Çakici bi axive. Niha Serokê mafya siyasetê dike. Bi sucdarên ku hemû alem wan nas dike re îtîfaqê dikin. Me wê demê jî hişyar kir. Me got hûn DAIŞ'iyan, El Nusraciyan, kontragerillayan dixin qadê. Tu îqtîtarên ku pişta xwe bide vana ne pêkan e bi ser bikeve. Binerin 4,5 sal derbas bû. Halê ku Tirkiye hatiye binerin. Niha Alaattin Çakici berdan û gefan li Kiliçdaroglu dixwe. Li aliyê din şirîkê îqtîdarê li wî xwedî derdikeve. Êdî Tirkiye mefhumê dozê ket nava piyan. Diçin li Bodrumê bi hevre wêne dikişînin. Mehmet Agar, Çakici, her yek berpirsiyarê kujerên nediyar in. Di salên 93'an de kujerên nediyar derketin asta herî jor. Wê demê Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar bû. Akar û ekîbê xwe berpirsiyarê kuştina 17 hezar faîlan e.      Yuksekdag, bal kişand ser kesên gotin 'Em ê rê li pêş îşkenceyê bigirin‘ û wiha  got: "Wan kesên gotin 'em ê rê li pêş îşkenceyê bigirin' îro kesên îşkence dikin diparêzin. Berê doz li kesên îşkence dikir dihat vekirin. Lê îro em wan kesan jî li holê nabînin. Li Wanê 2 gundî linç kirin û ji helîkoptêrê avêtin. Bi kuçikan îşkence li Rojbin Çetin kirin. Dema bi ser malbatan de digirin îşkence dest pê dike. Di sala 2016'an de înfazên bê hêjmar pêk hatin. Li Geverê, Colemêrgê, Wan, Giyadînê înfaz pêk hatin. Li Colemêrgê zarokekî 16 salî û zilamê 60 salî Şerali Dere aşkere înfaz kirin. Lê yên ferman dan vê yekê têne parastin. Duh li avahiya HDP'ê ya Stenbolê moriya guhdarkirinê hat dîtin."     Piştdî Yuksekdag parêzeran parastin kir û heyetê navber da. Heyeta Dadgehê jî der barê Yuksekdag de xwest Dozgerê Kocaelî der barê dosyayên Yuksekdag de lêkolîn bike. Heyetê bi piraniya dengan biryara berdewama Yuksekdag dan.    Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 24'ê Sibata 2021'an kir.