Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne 2020-12-10 14:59:33   WAN – Hevserokê Giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, li Wanê axivî û diyar kir berxwedana ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abbullah Ocalan bişikîne dê yekitiye neteweyî pêk bîne û ev tişt got: “Wê nasnameya gelê kurd jî bi vê berxwedanê bê qebûlkirin.”   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar a Wanê, wê di 22’ê kanûnê de 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Beriya kongreyê DBP’ê li oteleke li bajar civîneke şêwrê li dar xist. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayyîp Temel û bi sedan kes tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Xwebûn azadbûnê, Azadi bi yekîtiyê e” hat daleqandin. Piştî rêzgirtinê civînê dest pê kir û Keskîn Bayindir axaftinek kir.    ‘FERSEND LI PÊŞIYA KURDAN E’   Bayindir, diyar kir ku li dinyayê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî hene û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin jî herêm û Rojhilata Navîn e. Weke gel, sazî û partiyên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê em di nav fersendeke mezin de ne. Dibe ku sedsala 21’emîn ji bo azadiya kurdan bibe fersendeke mezin. Gelê kurd li Rojhilata Navîn ji hemû gelên ku azadî û aştiyê dixwazin re pêşengiyê dike. Qrîzeke mezin tê jiyîn û ev jî ferseneke mezin dide me.”    HÊVÎ Û BAWER    Bayindir, destnîşan kir ku êrişên hêzên serdest ên li ser kurdan 100 sal in didomin û ev tişt got: “Em berxwedana xwe li dijî van êrişan mezin dikin. Têkoşîna me ya sedala 20’emîn a dema parçebûna Kurdistan îro hê jî li hemû partiyên siyasî û saziyan didome. Em îro jî bi hêvî û bawerî ne. Têkoşîna 40 salan nîşan da ku; bi pêkanîna yekitiya li her çar parçeyan kurd dikarin bi partî û saziyên xwe li dijî pergala heyî li ber xwe bidin. Yekitiya dema Kobanê îro dikare li başûr û rojavayê Kurdistanê pêk were. AKP-MHP dixwazin gelê kurd li Başûr bînin rûberî hev. Divê kurd bi pêkanîna yekitiyê vê asteng bikin û vê planê vala derxin.”   PARTIYÊN DEVA Û GELECEKÊ   Di berdewama axaftina xwe de Bayindir bal kişand ser polîtîkayên partiyên DEVA û Gelecekê û diyar kir ku DEVA û Gelecek li ser kurdan polîtîkayên xwe hildiberînin û wiha pêde çû: “Berê partiyên ku nû dihatin avakirin diçûn Anıtkabîrê niha jî destpêkê tên Kurdistanê. Dibêjin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin û zimanê kurdan qebûl bikin. Ji ber vê timik polîtîkayên xwe li ser kurdan hildiberînin. Em dizanin ku ev li hemberî gelê kurd xefikeke mezin e. Divê tu malbat û hevalekî me guh neda vana.”   TECRÎDA ÎMRALIYÊ     Di axaftina xwe de Bayindir qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kir û derbarê mijarê de nêrînên xwe bi van gotinan parve kir: “Li Îmraliyê tecrîdeke mezin heye. Di şexsê Ocalan de tê xwestin ku paşeroja kurdan bê tarîkirin. Bi polîtîkaya tecrîdê tê fêmkirin ku; ne li partiyên nû ne jî li bloka faşîst a AKP-MHP’ê başbûneke tuneye. Êriş û tecrîda li ser gelê kurd didome. Wê tecrîd bi berxwedana partî, sazî û gelê kurd bê şikandin. Wê nasnameya gelê kurd jî bi vê berxwedanê bê nasîn. Di vê pêvajoyê de em ê têkoşîn û yekitiya xwe bi rêxistin bikin û ji gelê kurd re azadiyê bînin.”   Piştî axaftinê civîn ji çapameniyê re girtî hat berdewamkirin.