Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin 2020-12-10 19:42:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 220 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 424 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 220 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 30 hezar û 424 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 15 hezar û 751 ye û hejmara nexweşan jî bû 564 hezar û 435.