Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye 2020-12-10 20:07:37   SAMSÛN- Li navçeya Canîkê welatiyê bi navê M.I. xwe kuşt. Li ser destê M.I. nivîsa "îş-aş" nivîsandîbû.    Li navçeya Canîk a Samsûnê welatiyê bi navê M.I. yê 45 salî, ji ber rewşa aborî û betaliyê xwe kuşt. Piştî polîs hatin cihê bûyer û lêkolîn kirin, hat dîtin ku M.I. li ser destekî xwe "îş-aş" nivîsandiye û li ser destê xwe yê din jî navê Serokê Giştî yê Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP) Haydar Baş nivîsiye.    Her wiha di bêrîka M.I. de nivîsek jî hatiye dîtin. Cenazeyê M.I. rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Samsûnê.