Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne 2020-12-11 09:11:25 AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, ji ber şewba Covîd-19'ê dê kursên xwe bi awayekî onlayn bidomîne. Perwerdekarê komeleyê Celal Ekîn bilêv kir ku dê bi bîr û baweriya "huner sînoran nas nake" xebatên xwe yên çand û hunerî bidomînin.  Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku par li navçeya Sûr a Amedê hat avakirin, ji ber şewba Covîd-19'ê dê kursên xwe bi awayekî onlayn bidomîne. Komele dê kursên gîtar, erbane, şano, wêne, muzîk û govendê bi awayekî onlayn bide.    Perwerdekarê muzîkê yê komeleyê Celal Ekîn, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya çand-hunerî û anî ziman ku dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomînin.    Ekîn, anî ziman ku ji ber pandemiyê xebatên xwe bi komên du-sê kesî dikirin, lê belê piştî şewb zêde belav bû, biryar dane ku xebatên xwe bi awayekî onlayn bikin. Ekîn, diyar kir ku bi rêya medyaya civakiyî dest bi xebatên terorîk kirine û niha dest bi kêşana van xebatan kirine. Ekîn, bilêv kir ku piştî tomarkirin biqede dê vîdeoyan bi beşdaran re parve bikin û got: "Huner, qadeke xurt e ku dikare hemû pergalan birûxîne. Dê ji derheqê pandemiyê jî derkeve. Em ê jî bi vê bîr û baweriyê xebatên xwe yên çand û hunerî bidomînin."    Ekîn, destnîşan kir ku bi taybetî li ser muzîka kurdî hûr dibin û got: "Em dixwazin bi awayelî xwerû muzîka xwe ji beşdaran re vebêjin. Tenê ne muzîk, xebatên me yên di warê govend, şano û wêneyê de jî hene. A girîng, em tişta rast ji ciwanan re vebêjin."    GIRÎNGIYA PERWERDEHIYÊ    Ekîn, bal kişand ser girîngiya çand û hunerê û got: "Huner ji bo çi, divê çawa tê kirin, bi kê re tê kirin... divê ev tişt bên dayîn. Heger em van tiştan bidin, dê pêdivî bi sziyekê nemîne. Her mal, her mirovek ji bo me şagir in. Bes em a rast veguhêzînin."    'HUNER SÎNORAN NAS NAKE'    Ekîn got: "30 sal berê navendên çandê tune bûn. Lê niha gelek navendên çandê hene. Dîcle Firat hat girtin, Dîcle Çand hat vekirin. Ev bê girtin, dê yeke din bê vekirin. Di tirkî de 29 herf, di kurdî de 31 herf hene. Em ê her herfê nêzî hev bikin û xebarên xwe ji nû ve bidomînin. Huner, sînoran nas nake."    MA / Eylem Akdag