Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket 2020-12-11 10:52:20 AMED - Nîmet Degîşê girtiyê nexweş ê 63 salî ku li Girtîgehan Tîpa L a Turkoglûya Gurgumê de dimîne, bi vîrûsa koronayê ket. Hevjîna Degîş, Sultan Degîş, diyar kir ku ji ber ku derbarê hevjînê xwe de agahiyekê nagirin bi fikar in.   Nimet Degîş (63) ê girtiyên nexweş ku niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Gurgumê dimîne bi vîrûsa koronayê ket. Degîşê ku 28 sal û nîvin girtiye nexweşiyên wî yên weke faranjît, guatr, fitik, gurçik û rûviyan hene. Degîşê ku 7’ê Kanûnê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gurgumê, testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket.   RAYEDARÊN NEXWEŞXANEYÊ GERIYAN   Hevjîna Degîş, Sûltan Degîş, diyar kir ku êvara 7’ê Kanûnê rayedarên girtîgehê li wan geriyane û gotine ‘testa hevjînê we pozîtîf derketiye.’ Degîş, anî ziman ku rojên derbazbûyî ji ber nexweşiya guatirê hevjînê wê rakiribûn nexweşxaneyê û wiha got: "Pişt re 14 rojan xistin karantînayê. Nexweş bû û nedikarî pêwistiyên xwe pêşwazî bike. J ber vê yekê em hîn bûn ku hevalê wî yê odeyê Azîz Atlig ji bo lê binêre birine cem wî. Hêj karantînaya wî ya 14 rojan xelas nebûyî, ji ber ku ne rehatbûye careke din rakirine nexweşxaneyê. Li nexweşxanê testa wî ya koronayê dikin û wî paşve careke dibin girtîgehê û dixin karantînayê. Di 7’ê Kanûnê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gurgumê li me geriyan û gotin testa hevjînê te pozîtîf derketiye, lê me ji wan re got hevjînê min di girtîgehê de ye. Sebebê lêgerîna wan ji ber di pergala wan de nimreya me ya telefonê hebûye.”   TELEFON LI RÛYÊ WAN GIRTIN   Degîş, da zanîn ku wan di 8’ê Kanûnê ji bo agahî ji hevjînê xwe bigire li girtîgehê geriyane û wiha axivî: “Li şûna ku rayedar agahiyê bidin me, pirsa encam testê ya ku em ji ku derê hînbûne ji me kirin. Ji ber ku me got, 'em ji nexweşxanê fêr bûne' telefon li rûyê me girt."   ‘NEXWEŞ Û PÎR E DÊ ÇAWA BAŞ BE’   Degîş, destnîşan kir ku rojê du caran li girtîgehê digerin lê agahiyeke baş nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin rewşa wî baş e lê em ji wan bawer nakin. Em mereq dikin, dixwazin agahiyekê je bigirin û rewşa wî bizanin. Kalekê  63’ê salî ye û gelek nexweşiyê wî hene. Çawa baş dibe, em nizanin.”   JI RAYEDARAN RE BANG   Degîş, bang li rayedarên dewletê kir û got: "Salek û nîv cezayê wî maye û gelek nexweş e. Serbest berdin, bila hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.”