Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da 2020-12-11 11:07:54 RIHA - Bîlal Karaagaç ê ku ji bo arizaya ceyranê çareser bike, derket ser dîrekê ceyranê, bi ceyranê ve ma û jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Încaz a navçeya Sêwereg a Rihayê, karkerê bi navê Bilal Karaagaç ê ku ji bo arîzeya ceyranê çareser bike, derket ser dîrek, bi ceyranê ve ma.    Tîmên tenduristiyên yên ku çûn cihê bûyerê, piştî mudahaleya ewil, Karaagaç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. Karaagaç ligel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.