Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe 2020-12-11 13:28:34 ŞIRNEX - Heyeta Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Oztur jî, di nav de li navçeya Hezêxê bi gel re civîn li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û got: "Heta niha kê gotiye ku ez ê pirsgirika kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran û Suleyman Demîrelan dizanin."    Heyeta Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk jî di nav de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz jî tevlî civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di dîwana civînê de, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven, Berdan Oztûrk û Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz cih girt.    'BI ÊRÎŞAN XWESTINA DAXWAZÊ GELÊ KURD XELAS BIKIN'   Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk axivî. Oztûrk, nirxandina li ser geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê kir û got: "Li dijî çar perçeyên Kurdistanê êrîşeke topyekûn heye. Li Rojhilata Navîn binêrin di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo ku gelê kurd nebibe xwedî mafek çi ji destê dagirkeran tê dikin. Dikujin, digirin û qetil dikin. Dema ku em li dîroka Tirkiyeyê jî dinêrin bi  heman nêzîkatiyê re em rû bi rû ne. Kengî gelê kurd  gotiye ez mafê xwe dixwazim, ewqas êrîşên xwe zêdekirine. Bi van êrîşan armanc kirine ku daxwazên gelê kurd xelas bikin. Xwestine ku gelê kurd bibêje temam ez nasnameya xwe qebûl nakim û ez ê we re koletiyê bikim. Lê belê di 40 salên dawiyê de, em dinêrin gelê kurd her tim ber xwe da ye."    ' LI GELÊ KURD KOLETIYÊ FERZ DIKIN'    Oztûrk, anî ziman ku heger nasnameya kurd neyê qebûl kirin tu wateya dewlemendbûnê tune ye û wiha dom kir: "Gelê kurd li hemberî vê pergalê û nijadperastan serê xwe rakir û çok nedane. Tercîha gelê kurd ne jiyaneke birûmet, mirineke bi şerefe. Îro nêzikatiya dewletê li ser tunekirina gelê kurd e. Tişta ku dixwazin li gelê kurd bidin ferzkirin, jiyaneke bêrûmet e. Em vê qebûl nakin. Weke her gel em jî mafê xwe dixwazin. Mafdarbûna me zimanê me,nasname û dîrôka me ye. Lê li hemberî vê daxwaziya gel dibêjin na. Ji me re dibêjin yek mafê we heye, ew jî koletiye. Lê tişta ku em qebûl nakin ev e."   'PIRSGIRIKA KURD BI ÇEKAN ÇARESER NABE'    Oztûrk, bi bîr xist ku AKP-MHP li ser tunekirina gelê kurd polîtîkayên xwe dide meşandin û wiha bi dawî kir: "Di 40 salan de gelê me berdelên herî giran dan. Dema ku em  5 salên paşîn dinêrin faşîzma AKP û MHP'ê tiştê ku nekiribûn di van 5 salan de pêk anîn. Di salên 90'an de gundên me xera dikirin, lê di van 5 salên dawî de bajarên me jî hilweşandin û şewitandin. Plana têkbirinê amade kiribûn. Di vê planê de armanca wan tunekirina gelê kurd û tasfiyekirina sazî û dezgehên kurd bû. Lê di van 5 salên dawiyê dinêrin ne gelê kurd ew hatine asta xelasbûnê. AKP û MHP çima îro di vê rewşê de ne? Ji ber ku berxwedana gel ew têk birin. Tu êrîşên wan encam negirtin. Dibêjin ku pirsgirika gelê kurd em ê bi çekan ve çareser bikin. Heta niha kê gotiye ku  ez ê pirsgirika kurd bi çekan çareser bikim, bi xwe xelas bûne û çûne. Em vê ji Tansu Çîleran, Suleyman Demîrelan dizanin. Îro ev aqûbete wê bê serê Dewlet Bahçelî û Erdogan jî.  Ew jî baş dizanin ku pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje, 'Hûn bi çekan nikarin pirsgirika heyî çareser bikin, rê û rêbazên vê diyalog û muzakere ye.' Di salên 2013-2015'an de encamên vê gotinê herkesî dît. Emerîka jî xetimiye, Avrupa jî xetimiye û Rojhilata Navîn jî vê yekê dibîne. Bi rêbertiya birêz Ocalan, alternatîfa Rojhilata Navîn heye. Alternatîf ne tenê ev pergala heyî ye. Êrîşên wan têkçûna wan nîşanî me dide."    Piştî axaftina civîn bi nirxandinên gel berdewam kir. Şandeyê dûre bi gel re esnaf û malbat ziyaret kirin.