‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’ 2020-12-11 14:32:48   DERSIM - Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Dersimê Gurbuz Solmaz diyar kir ku ew ê ji bo cîhanek dikaribin lê bi azadî, wekhev û adilane lê bijîn têkoşîna mafê mirovan birêve bibin.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dersimê têkildarî Hefteya Mafê Mirovan li ber Abîdeya Mafê Mirovan daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên HDP’ê û DÎSK’ê û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê parastina aştî, edalet, wekhev azadî û rûmtea mirovan bidomînin û li dijî krîza heyî ya li cîhanê parastina mafê mirovan erka wan sereke ye. Solmaz got ew ê ji bo cîhanek dikaribin lê bi azadî, wekhev û adilane lê bijîn têkoşîna mafê mirovan birêve bibin.