‘Berpirsiyarî desthilatdariye’ 2020-12-11 14:53:12 STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, ne kontrolkirina şewba vîrûsa koronayê bi polîtîkayên desthilatdarî bi reve dibe ve girê dayî ye û gotin: “Şert û mercên têkoşîna li dijî şewbê, di têkoşîna li dijî hişmendiya desthilatdariyê re derbas dibe.”    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, derbarê bergiriyên li dijî şewbê nayin girtin de li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankarta “Ji bo rawestandina mirinan, tam girtin, tam mûçe, butçeya civakî û dawleta civakî” hat vekirin û dowîzên “Di nexweşxaneyên taybet de, ji keysperestiya şewbê re êdî bese” û “Bedela şewbê xizanan didin” hatin hilgirtin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, partiyên siyasî, saziyên civaka sîvîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkên Stenbolê Osmana Ozturk li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê xwend.    Ozturk, diyar kir ku li Tirkiyeyê, şewb bi zêdebûnek mezin dewam dike û wiha axivî: “Êdi di nexweşxaneyan de cih nemaye. Bijîşk neçar dimînin ku di navbera nexweşan de hilbijarinê bikin. Ne kontrolkirina şewba vîrûsa koronayê bi polîtîkayên desthilatdarî bi reve dibe ve girê dayî ye. Ji ber vê şert û mercên têkoşîna li dijî şewbê, di têkoşîna li dijî hişmendiya desthilatdariyê re derbas dibe.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.