Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê 2020-12-12 09:08:21 DERSIM - Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Îbrahîm Kasûm, xwest polîtîkayên asîmlasiyonê bi dawî bibin û Serokê CHP'ê yê Dersimê Alî Mûstafa Çelîk jî anî ziman ku terîqat dixwazin xwe bera nav rehikên civakê bidin.  Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Îbrahîm Kasûm û Serokê CHP'ê yê Dersimê Alî Mûstafa Çelîk xebatên cemaet û terîqatên ku li bajêr di bin navê komele û weqfan de dikin nirxandin.    Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Kasûm, anî ziman ku polîtîkayên ku derbarê nasname û çanda bajêr de tên kirin ji dema osmaniyan heya niha didomin. Kasûm, nasnameyên senteza tirk-îslamê qebûl nakin bi polîtîkaya asîmlasiyon û tunekirinê re rû bi rû dimînin û got: "Di dema qirkirina 1937-1938'an de dibistan hatin vekirin, mizgefta hatin çêkiri. Ev yek heya roja îro didome. Di salên 1980'yî de bi derbeya 12'ê Îlonê re cardin li gundên elewiyan mizgeft hatin çêkirin, îmam hatin tayinkirin û xwendekarên elewî li lîseyên îmam xetîbê hatin qeydkirin û qursên Qur'anê hatin vekirin. Ev polîtîka bi vî awayî dewam kir. Lê belê kes neçû mizgeftan. Gelê Dersimê nerazîbûna xwe nîşan da. Di salên 1990'î de jî cemaeta Fethullah Gulen dest bi van polîtîkayan kir."   Kasûm, da zanîn ku cemaeta Gulenê ewilî kreşên zarokan vekirine û got: "Kreşa ku diviyabû dewletê vekira, bi rêya dibistana taybet hat vekirin. Xwendekarên çûn dibistanan bi tiştekî din re rû bi rû man. Deverên asîmlekirinê bûn. Elewîtî ji bîr kiribûn û nerazîbûnên xwe nîşanî malbatan didan. Digotin 'Hûn ji rê derketine, we dîn ji bîr kiriye, hûn Xwedê, Qur'anê nas nakin.' Leqayî çend xwendekarên ketibûn vî halî hatim. Ew kesên wê çaxê çûbûn lîseya îmam xetîbê û kursa Qur'anê hîn jî li cemxaneyan nimêja cenazeyan dikin. Cemxane, navendeke rîtuelî ya elewîtiyê ye, cihê îbadeta elewîtiyê ye. Cemxane jî bandor ji vê polîtîkayê girtin."    ‘BILA ASÎMLASIYON BI DAWÎ BIBE'    Kasûm axaftina xwe wiha domand: "Cemaet bi rêya nûnerên xwe yên li Zanîngeha Mûnzûrê karên xwe dikin. Zanînegh kirin wargeha terîqatê. Gava zanîngeh hat avakirin, me hevdîtin bi rektor re çêkir ku divê roleke çawa bilîze. Lê li gor polîtîkaya dewletê hereket kirin. Zanîngeha divê bibe wargeha zanistê, mixabin bûye navenda terîqatan û rêxistinbûyîna paşverûtiyê. Divê ji bo nasname, çand û baweriya her kesî hurmet hebe. Zimanê me yê zikmakî kurdî ye, baweriya me elewîtî ye. Em xwedî paşeroşeke bi hezaran salan e. Lewm divê hurmet hebe û polîtîkayên asîmlasiyonê bi dawî bibin."    GEF    Serokê CHP'ê yê Bajêr Çelîk jî diyar kir ku li Dersimê rewşa terîqat û cemaetan di asteke pir xetere de ye û got: "Ji dêvla FETO'yê terîqatên din bi cih kirin. Her kes dizane neyta terîqetan çi ye. Lewma niha li bajarê me hesasiyetek zêde çêbûye. Ne mimkun e ku civaka elewî piştgiriyê bide terîqatan."    Çelîk, diyar kir ku cemaet neyta xwe vedişêrin û bi vî awayî xwe bera rehikên civakê didin û got: "Em ne li dijî baweriya kesî ne. Lê hin kes hene dixwazin baweriya me dejenere bikin. Lewma divê mirovên me li ber vê yekê hişyar bikin û baldar bin. Rektora Zanîngeha Mûnzûrê divê karê xwe bike. Tu meseleyek me bi rektorê re tune ye. Tenê em dixwazin wesfa Zanîngeha Mûnzûrê bilind bike û xwedî rêveberiyeke biedalet be. Li zanîngehan pergaleke tayinkirinê ya li gor referansa cemaetan heye. Ev ne rast e. Ev angaşt divê bên bersivandin."