Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin! 2020-12-12 09:09:50 MÊRDÎN - Li Mêrdînê F.A. 3 sal in nêzî 30 caran bi awayekî bêqanûnî hatiye binçavkirin. Li gel vê polîsan di dema binçavkirinê de li dayika wî jî xistine. Di lêpirsîna hat destpêkirin de derket holê ku roja bûyerê û beriya wê kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin.  Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê F.A.yê 16 salî 3 sal in nêzî 30 caran hatiye binçavkirin. Polîsan F.A. bi awayekî bêqanûnî binçav kirine. Herî dawî di 16'ê Mijdarê de polîs diçin kargeha birayê wî û F.A. binçav dikin. Gava wî dibin jêrzemîna Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê, tahdê lê dikin ku derbarê hin kesan de îfadeyê bide. Piştî vê dayik Felek A. diçe midûriyeta polîsan da kurê xwe bîne. Lê belê polîs li dayik Felek A.'yê didin. Piştî vê Felek A. serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê dide û giliyê polîsan dike.    KAMERA HATINE GIRTIN!   Di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên kamerayên kargeha malbatê hatine girtin û ji Buroya Krîmînalê ya Cendirmeyan re hatine şandin. Piştî vekolanê endamên Buroya Krîmînalê cardin diçin kargeha malbatê û cardin li qeydên kamerayan dinêrin. Endamên Buroya Krîmînalê ji malbatê re dibêjin, qeydên kamerayên Midûriyeta Polîsan vekolane, lê belê ji ber ku roja bûyerê kamerayên midûriyetê girtî bûne derbarê roja bûyerê û beriya wê de tu tişt bi dest nexistine.    GEFXWRAIN   Dayik Felek A., anî ziman ku guh li şahidan jî kirin lê belê hîn jî polîsê bi navê Yaşar Ç. li ser kar e. Felek A., diyar kir ku ji ber ku Yaşar Ç. mudaxileyî lêpirsînê kiriye fikarên wan hene û amîrê polîsan ê navbirî çend roj berê di dema kontrola GBT'yê de gef li şahidekî xwarine û ji kurê wê re ev peyam şandiye: "Silavan li bavê xwe bike."    Felek A. xwest rojek berî rojekê lêpirsîn bi dawî bibe û berpirsiyar bên cezakirin.    MA / Ahmet Kanbal