24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin 2020-12-12 13:39:44   AMED – Kujerên Mahmût Onerari yê 24 sal berê li Amedê hat binçavkirin û du hefte şûn ve cenazeyê wî li Semsûrê hat dîtin, nehatine dîtin.   Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 618’emîn de çalakiya heftane “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bi rêya onlîne bi vîdeoyek parve kir li dar xist. Her hefte di vê çalakiyê de çîroka windayek tê vegotin. Vê hefteyê jî çîroka windakirina Mahmût Onerari yê di 8’ê kanûna 1996'an de li Amedê hat binçavkirin û di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hat dîtin hat vegotin û hat xwestin kujerê wî werin darizandin.   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka windakirina Onerari xwend.   ‘ÎŞKENCE LÊ KIRIN E’   Akdenîz diyar kir ku Onerari li navçeya Licê di wan salên kiriyarên nediyar de gelek caran hatin binçavkirin û ji ber vê yekê koçî navenda Amedê kiriye û ew di navbera Licê û Amedê de şifêriya dolmîşê kiriye. Akdenîz anî ziman ku Onerari di 8’ê kanûna 1996’an de ji aliyê polîsên sivîl ve bi hêceta derbarê wî de îhbar heye hatiye binçavkirin û li ser hewldanên malbatê di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hatiye dîtin. Akdenîz destnîşan kir ku dema cenazeye Onerari hatiye dîtin şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûne. Akdenîz da zanîn ku ji dîtina kujerên Onerari hewldan hemû bêencam mane û xwest kujer demildest werin dîtin û darizandin.