Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin 2020-12-12 14:33:04   STENBOL – Endamên ÎHD'ê di çalakiya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin de bal kişandin ser rewşa nexweş Bedrî Çakmak û gotin: "Çakmak daket 35 kîloyan. Wî serbest berdin."    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 455’an de berdewam kirin. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsê (Kovid-19) çalakiya xwe li ser medya înternetê berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Çakmak ê li Girtîğeha Tîpa D a Amedêye û bi nexweşê pençeşêra mahdê ye. Endamê komîsyonê Taylan Bekin, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa Covid-19 tecrîda li ser girtiyan giran dibe û wiha got: "Li girtîgehan xizmeta tibbî, dermankirin, parastina li dijî şewbê û şertên paqij pir kêm in. Dîsa xwarin û vexwarin têr nake. Li gel ku êdî li girtîgehan ev şewb zêde belav dibe jî tedbîr nayên girtin. Li gorî tespîtên Navenda  Dokümantasyonê ya TÎHV'ê di 11 mehên ewil ên 2020'an de herî kêm 8 girtî ji ber vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest dane. Dîsa girtî di tecrîda giran de dijîn.    ÇAKMAK DAKET 35 KÎLOYAN   Bakîn, da zanîn ku Bedrî Çakmak 11 salin girtî ye û bi nexweşiya pençeşêra mahde ye. Bakîn, destnîşan kir ku Çakmak di şertên girtîgehê de nikare derman bibe û daketiye 35 kiloyan û wiha got: "Li gel ku Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê rapora "Nikare li girtîgehê bijî" daye wî jî hêj li benda Rapora Saziya Tipa Edlî ye. Her çend parêzerê wî serî li Serdozgeriya Komarê dan jî niha li benda bersîva Saziya Tipa Edlî ye. Çakmak dê di Adara 2021'an de bê berdan. Lê di nava 4 dîwaran de jiyana wî di talûkeyê de ye.    Bekin, bang li rayedaran kir û xwest Çakmak û hemû girtiyên din bên berdan.