Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin 2020-12-12 16:37:57   HESEKÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan, pilan û êrîşên ku li ser Şengalê tên meşandin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê, piştî daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya têkildarî amadekariyên hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya ji bo derbaskirina 10 hezar eskeran a Şengalê  û banga wê ya ji bo xwedîderketina li Şengalê, çalakî li dar xist. Meclisê daxuyanî li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li taxa Til Hecer dan. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed daxuyanî da. Ehmed di daxuyaniyê de anî ziman ku rojane rewşa şengalê dişopînin u wiha gt: "Em weke malbatên şehîdan rojane rewşa Şengalê dişopînin. Li ser Şengalê komplo tê meşandin. Armanca dikin Kurdên Êzidî yên ku êşa 2014’an de heya îro dikşîne tune bikin. Gelê Şengalê li dijî fermanên ku bi serê wan de hat xwe birêxistin kirin û îradeya xwe dan pêş, îro ev pilanên ku li ser wan tên meşandin li dijî rêxistinbûyîna wan e û ji bo binpêkirina îradeya wan e."    'EM Ê BI BI SER BIKEVIN'    Ehmed, xwest hemû partiyên kurdî bibin yek û wiha got: "Divê hemû partiyên Kurd li dijî siyasete dagirkirinê bisekinin, dewleta tirk dixwaze Şengalê dagir bike da ku pilanên xwe yên dagirkeriyê li ser hemû perçeyên Kurdistanê dewam bike. Em weke Malbatên Şehîdan ji gelê xwe yê Şengalê re dibêjin em li pişta we ne û em ê bi rêxistinbûyîna xwe bi ser bikevin."   Komê piştî dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" dawî li çalakiyê anîn û belev bûn.