MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin 2020-12-13 09:08:20   AMED – Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê her kes gavan biavêjn. Ji bo daxwazên girtiyan bên bersivandin divê her kes hestiyar tev bigerin."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye 22 salin di tecrîdê de dijî. Demek dirêje bi parêzer û malbatê re nikare hevdîtin bike. Girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 27'ê Mijdarê de ketibûn greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyan a 5 rojan bidorveger û bêdem di roja 17'an de berdewam dike. Çalakî bi koma 4'an didome. Girtî bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û tecrîda li girtîgehan rabe bi biryarin heta encam bistînin çalakiya xwe berdewam bikin. Têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag nerînên xwe anîn ziman.b Karadag, anî ziman ku şertên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê dijî li tu deverên cîhanê tune û wiha got: "Tecridkirina Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Divê tu kes vê yekê qebûl neke. Ev yek nayê qebûlkirin. Li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan girtiyan di 2018'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û di encama 200 rojan de hevdîtin hat kirin. Di çalakiya ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir, 9 girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe jiyana xwe ji dest dan. Raman û bîrdaziya Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn rêya aştî û ronahiyê ye."    Karadag, anî ziman ku piştî di sala 2013'an de bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin û rêya diyalogê vebû gavên erênî hatin avêtin û xwest dîsa rêya diyalog û muzakereyan bê vekirin. Karadag wiha got: "Çalakiyên greva birçîbunê ku li girtîgehan dest pê kiriye, niha bi koma 4’an berdewam dike. Hemû kesên ji xwe re dibêje mirov û parazvanên mafên mirovan divê ji bo daxwazên girtiyan pêk bê hestiyar tev bigerin. Ji bo çalakî bi dawî bibe, divê daxwazên girtiyan pêk bê. Ji bo vê yekê jî divê her kes piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan."     'AZADIYA OCALAN DÊ RÊ AŞTIYA GELAN PÊŞ BIXE'    Karadag, destnîşan kir ku azadiya Ocalan dê rê li pêş aştî û aramiya gelan veke û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku eger Birêz Ocalan azad bibe, dê aştî û aramî bê Tirkiyeyê. Dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Dê kuştin û êş bi dawî bibe. Ji ber vê yekê tecrîda li dijî Ocalan li ser hemû gelê Tirkiyeyê pêş dikeve. Divê hemû sazî û rêxistinên Kurdan, partiyên Kurdan, deng bidin dengê çalakgerên girtî. "    Karadag herî dawî bang li rayedarên dewletê jî kir û wiha bi dawî kir: "Divê rayedarên dewletê tecrîd û pêkanînên li ser girtiyan tê meşandin bi lez bi dawî bikin. Divê îqtîdara AKP-MHP'ê baş bifikire. Li pişt van girtiyan bi milyonan mirov hene. Ger ku ev tecrid bidome êdî dê sibê nikaribin destê xwe dirêjî kurdan bikin. Divê dawî li siyaseta qirêj berdin û tecrîdê bi dawî bikin."    MA – Cengîz Ozbasar