Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne 2020-12-13 09:15:19   AMED – Di gelek bûyerên destadirêjiyê yên li herêmê de tiliya esker û polîsan heye. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, diyar kir ku ev ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ye. Dewlet jî bi îsrar ser vê vîtrîna qirêjî digire."    Tirkiye di warê destavêjiya zarokan de li cîhanê di rêza sêyem de ye. Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan raporek amade kirin. Di rapora hatiye amadekirin de hatiye diyarkirin ku di dema pandemiyê de tahdeya li jinan û zarokan tê kirin ji sedî 27.8 zêde bûye.    Li Êlihê çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Erê kiribû û Er ji ber vê yekê întihar kiribû. Li Kercosê jî çawîşê pispor, polîs û cerdevan jî din nav de 27 kesan tecawizî zarokekê kiribû. Li Şirnexê jî çawîşekî psipr hewl dabû tecawizî zarokeke 13 salî bike. Ev demek bûyerên bi vî rengî yên tiliya esker û polîsan tê de ye di rojevê de ne. Lê belê esker û polîsên vê yekê dikin jî nayên cezakirin û girtin.    Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, mijara navbirî nirxand.    Gun, ji bo bûyerên bi vî rengî yên tiliya esker û polîsan tê de ne, diyar kir ku ev ne tesadufî ye.    REJÎMA TOTALÎTER   Gun, anî ziman ku di cinayetên jinan û destavjiya zarokan de polîtîkaya bêcezatiyê esas tê girtin. Gun, destnîşan kir ku sedema vê jî rejîma totalîter e û got: "Daraz jî bi destê rejîma totalîter vê rizandina civakiyî legal dike û danişînê xwe bi awayekî teatral li dar dixe. Sedema zêdebûna destdirêjiyê, legalîzekirina wê ye. Polîtîkaya bêcezatiyê dilê kesan dibijîne vê yekê, cesaretê li kiryar peyda dike."    ‘VÎTRÎNA QIRÊJÎ YA DEWLETÊ: ESKER Û POLÎS'   Gun, ji bo destavêjiyên li herêmê tên kirin û piraniya wan bi destê esker û polîsan tê kirin jî destnîşan kir ku ev ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Esker û polîstî pergala ku herî zû adapteyî bîrdoziya fermî dibe. Dewlet jî bi îsrar hewl dide ser vê vîtrîna qirêjî bigire û birqandî nîşan bide. Dewlet esker û polîsan diparêze. Me ev yek di meseleya Mûsa Orhan de dît. Heger dewletê Mûsa Orhan neparastan, dê bûyera Kercosê neqewimiyana. Heger çêbûbûna jî dê pêvajo pir zelal bûna. Daraza bi talîmat dixebite û îsrara ji bo polîtîkaya bêcezatiyê vî sûcî teşwqî dike. Her wiha biryarên veşarî yên li ser van dosyeyan jî xizmeta heman armancê dikin."    ‘QIRÊJÎ RÊBAZEKE HEYFHILANÎNÊ YE'    Gun, ji bo bûyerên bi vî rengî yên li zarok û jinên kurd tê kirin anî ziman ku qirêjî û qirêjiyeke dîrokiyî di xwe de dihewîne û got: "Ev, bû awayekî rêbaza hewyfhilanînê ya dewletê."    Gun, destnîşan kir ku daneyên derbarê zêdebûna bûyerên destdirijiyê yên di dema pandemiyê de li ber destê wan tune ne û got: "Li gor îstismarkirinê dema derve îhtimal e kêm bûbe, ji lewra zarok ji mal dernakevin. Lê belê dibe ku bûyerên esnset ên navmelê zêde bûbin. Tişta xirab jî ew e ku ev zêdebûn nagihê ber destê mekanîzmaya darazê."    Gun, bilêv kir ku di dema pandemiyê de ji ber ku zarok li mal in, kesekî ku zarokê bûyerên bi vî rengî ji wan re bibêjin li dora wan nemaye.    ‘QADEKE KU KIRDE NIKARE XWE BIPARÊZE'    Gun, diyar kir ku qada mafên zarokan bûye qadeke ku kirde nikare doza heqê xwe bike û biparêze û got: "Ê xwedî heq zarok e, lê yê vî heqî diparêze mezinên wan in. Zarok kirde ye, lê belê bi vî awayî hema bibêje bûye bireser. Problem ew e ku zarok nikarin mafên xwe biparêzin, ên mezin heqê wan diparêzin. Jin mafên xwe diparêzin, lewma ji hev fêm dikin û wê empatiyê çêdikin. Lê ev yek ji bo zarokan ne wiha ye. Zehmet e mirov empatiyê bi zarok re çêbike, ji lewra zarokatiya me 20 sal berê bû. Qadeke pir hesas e. Divê meriv pir profesyonel be. Divê meriv pêwendiyê baş deyne. Hêvîdar im em bibin welatekî ku zarok karibin mafên xwe biparêzin."    MA / Eylem Akdag