Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin! 2020-12-13 09:19:43   ŞIRNEX - Bi hemjara TC'ya kesekî din endamê HDP'î yê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û ji peywirê girtin.    Wezareta Karên Navxweyî di 10'ê Mijdarê de 5 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê bi îdiaya "endamê rêxistina çekdarî ne" ji peywirê girtibû. Yek ji van kesan jî Omer Gungen bû. Gungen, ji bo hîn bibe bê ka ji bo çi ji peywirê hatine girtin, radibe telefonî Îdereya Taybet a Bajêr dike. Îdare jî jê re dibêje "ji ber propagandaya rêxistinê" ji peywirê hatiye girtin. Lê belê paşê Gungen hîn dibe ku ji ber teblîxateke ne li ser hejmara nasnameya TC ya wî bi "propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin û ji peywirê hatiye girtin. Gungen, îtiraz kir û daxwaznameyek ji Wezareta Karên Navxweyî re şand.    Gungen, anî ziman ku heta niha derbarê wî de dosyeyek jî tune ye û got: "Di 10'ê Mijdarê de em 5 Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ji kar hatin dûrxistin. Pişt re Îdereya Taybet a Bajêr li me geriya û hinceta ji peywirdûrxistinê ji me re ragihand. Hinceta durxistina min a ji peywirê propagandaya rêxistinê ye. Lê her roj nasnameya min li GBT'ê dixin û her wiha li e-devletê dinêrim, lê derheqê min de dozeke bi vî awayî nehatiye vekirin. Ev rewş ji min re ecêb hat. Ez çûm dozgeriyê. Li wir min jimara TC'ya xwe da ber lêpirsînê. Li dozgeriyê jî tişta ku min dit, derheqê min de tu dosya nehatibûn vekirin. Min ji wan belgeyek ku tê de dibêje derbarê te de tu dosyeye tune ne xwest. Wan ji min re got, ji bo vê hewce ye ku tu serî li dozgeriyê bidî. Min jî rasterast serî li dozgeriyê da û dozgeriyê jî belgeyeke ku derbarê min de tu lêpirsîn tune ne, da min."    BÊEDALETÎ   Gungen, diyar kir ku vê yekê qebûl nake û ew ê serlêdanên xwe yên qanûnî bike û wiha got: "Pişt re ez çûm Îdereya Taybet a Bajêr û min ji wan re got, dosya ne ya min e. Wan got, bi daxwaznameyê serlêdan bike dibe ku hejmara TC'yê rast bikin. Min hem serî li li Sekreterê Îdereya Taybet a Bajêr hem jî Midûriyeta Teftîşa Pêşkeftî da. Ji wê rojê heta niha ez li benda encamê me. Lê hîn bersivek nedane min. Bi TC a ku min sucdar dikin, aydî xebatkarekî tenduristiyê ye ku hatiye îxrackirin. Li holê bêedeletiyek heye. Daxwaziya min ew e ku ev şaşîtî bilez bê çareserkirin."   MA / Zeynep Dûrgût