Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-12-13 11:40:36   STENBOL – Pispor Dr. Ertaş Altûner ku li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet dixebitî, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Pisporê Nexweşiyên Poz û Guhan Dr. Ertaş Altûner ku li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet dixebitî, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Odeya Bijîkan a Enqereyê (ATO), li ser hesabê xwe yê medya civakî mirina Altûner ragihand û sersaxî ji malbata wî re xwest. Heta niha li gel Dr. Altuner 242 xizmetkarên tenduristiyê bi vîrûsa corona (Covît-19) jiyana xwe ji dest dan.