Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye 2020-12-13 12:34:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed ê duh li Çomanê hate binçavkirin, 2 rojin di bin çavan de ye. Hemed, piştî birin Navenda Asayîşa Herêma Soran heta niha têkilî pêre nehatiye danîn.         Nûçegihanê ajansa ROJNEWS'ê Zusik Hemed ji ber şiroveyek xwe ya li ser medyaya civakî, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hate binçavkirin. Asayîşa Çomanê bangî nûçegihanê ROJNEWS'ê Zusik Hemed kir ji bo ku serdana asayîşê bike. Piştî Zusik çû asayîşê li wir hat binçavkirin û piştre şandin Asayîşa Navçeya Soran. Li gorî gotina xizmên Zusik, piştî ku Zusik Hemed li ser malperek têkildarî binçavkirina ciwanên bajaroka Qesrê şiroveyek kiriye, asayîşa Çomanê bangî wî kirine ji bo here asayîşê. Rojnamevan Zusik di şiroveya xwe de parastina mafên ciwanên hatine girtin, kiribû. Nûnerên ROJNEWS'ê diyar kirin ku piştî Zusik Hemed birin Navenda Asayişa Herêma Soran hêj peywendiyek li gel Hemed çênebûye.    Peyamnêrên NRT û Peyam (îslamî) ku hatibûn binçavkirin jî duh serbest berdan.