Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne 2020-12-13 13:23:39   SILÊMANÎ - Komek mamostayên olî, li Silêmaniyê daxuyanî dan û diyar kirin ku bi ti hîncetan nabe xwîna zarokên vî gelî bê rijandin. Mamosteyan piştgirî da çalakiyan û gotin: "Çalakiyên welatiyan rewa ne."    Li Silêmaniyê hejmarek mamostayên olî, ji bo piştgiriya xwepêşanderên li Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Mamosteyan diyar kirin ku xwepêşandanên welatiyan rewane. Mamosteyan xwestin kesên hatine girtin werin berdan û gotin;” Bi ti hîncetan nabe xwîna zarokên vî gelî were rijandin.” Mamosteyan di daxuyaniyê de wiha gotin; ”Xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî gendelî mafek yasayî ye, daxwazek rewaye. Bi taybet ji bo xelkê Kurdistanê ku ji bo refermê deng daye û mafê wane berhem bibînin. Divê hikûmet guh bide daxwazên xelkê. Ji ber ku daxwazên xelkê ji bo nehiştina gendelî û dayîna mûçeye, daxwazên rawane. Weke mamostayên olî heman daxwazên me jî hene û divê hikûmet bersiv bide. Kuştin taweke mzine. Lewma bi ti awayî nabe xwîna zarokên vî gelî di nava me de bê rijandin. Em hevsozên malbatên şehîdan in. Hêviya şifayê ji bo birîndaran dixwazin. Bibawerin xelkê daxwazek rawa heye. Lê bi ti awayî rawabûn nîne dest li saziyên hikûmî bikin. Di heman demê de armanca xwepeşandêran vala dertêxe. Daxwazê ji walîtiya Silêmaniyê û hemû berpirsan dikin ku hemû girtiyan berdin. Bi taybet mamostayên olî yên hatine girtin.”