Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir 2020-12-13 13:59:04   KOCAELÎ - Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaelî girtî ye, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin di tecrîdê de dijî. Girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca tecrîd bi dawî bibe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe di 27'ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan di roja 17'an de bi koma Çaremîn didome. Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun a li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaelî girtî ye jî, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Altun, bi rêya telefonê agahî da malbatê û diyar kir ku dest bi grevê kiriye.