‘HDP rêya rizgarkirina welat e’ 2020-12-13 15:30:57 ÎZMÎR – Hevserokên HDP’a Îzmîrê, diyar kirin ku HDP’ê ji tabeleya pêk nayê û ev tişt gotin: “DDP rêya rizgarkirina welat e.”   Bertekên li dijî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî girtina HDP’ê didomin. Hevserokên HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur û Abdulkadîr Baydûr, diyar kirin ku HDP tenê ji tabela û avahiyê pêk nayê û wê neyê girtin.    DARBEYA LI DEMOKRASIYÊ   Hevserok Baydûr, diyar kir ku desthilat bi ser HDP’ê de dixwaze muxalefetê bitirsîne û wiha got: “Ji ber ku roj bi roj mezin dibe û di hêla siyasî û polîtîk de nikarin pê re serî derxistin desthilat û MHP serî li gefên girtinê didin. Ji bo pêşeroja xwe bi ser HDP’ê de tên. Dizanin ku heta HDP hebe wê faşîzm û dîktatorî nikaribe bijî. Beriya niha jî gelek partî hatin girtin lê her roja ku derbas bû mîna goka ji berfê mezin bû û mezin dibe. Zihniyeta tekparêz ji bilî xwe partiyeke din naxwaze. Girtina partiyê darbeya herî mezin a li demokrasiya welat e. Girtina HDP’ê tê wateya bêdengkirina welat. Ji ber vê em dibêjin HDP gel e.”   ‘HDP TEKANE RÊYA RIZGARIYÊ YE’    Hevserok Tekgur jî destnîşan kir ku Bahçelî daxwazên xwe dispêre AKP’ê û ev tişt anîn ziman: “HDP tenê ji tabela û avahiyê pêk nayê. Daxwazên gel lê bi goşt û hestî dibin. HDP ne ew tevgere ku bi gotinên Bahçelî paşde gav bavêje. Bi salan e bi hêvî, berxwedan û têkoşîna gel çêbûye. HDP bi girtin, binçavkirin û gefan naqede. Girtiya partiyê ne çareserî ye. Di serî de li jina banga me li li gelên Tirkiyeyê, saziyên demokrasiyê, rêxistinên sivîl, muxalîfan û herkesî ye ku HDP tekane rêya xelasiyê ye û werin em bi hev re li dijî êrişên lis er HDP’ê têbikoşin. Wê girtina HDP’ê di demeke kurt pirsgirêkên li welat kûrtir bike.”