ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-14 09:00:17   * Nûnerên partiyên siyasî yên ku gotin, wê di hevdîtinên mûçeya kêmane de, ji bo karkeran tu biryarek erênî derneke holê, banga “Mûçeyeke ku karker karibin mîna mirov pê debara xwe bikin” li rayedaran kirin.    * 11 sal cezayê girtîgehê yê li polîs Î.M. ê faîlê yek jê zarok 4 kesên li Geverê kuştin hatibû birîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ve “li gorî hiqûqê” hat dîtin. Parêzer Davût Ûzûnkopru, diyar kir ku pêwîst bû 4 caran cezayê muebetê li bersûc bihatiba birîn. Hasan Bûldan ê kurê xwe di bûyerê de winda kir jî, anî ziman ku rayedaran sozên xwe bi cih ne anîn.    * Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî ya Komeley Kurdistanê Runak Mecid, diyar kir ku sedema qeyrana li Herêma Federe a Kurdistanê pêş dikeve têkiliyên şaş ên bi Tirkiyeyê re ne û wiha got: “Li Herêma Federe a Kurdistanê qeyrana aborî û siyasî heye. Sedema vê yekê jî ji ber ku Tirkiye û Erdogan hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê bi rêve dibe ye."    * Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan demildest bê rakirin û ev tişt got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Ocalan azad bibe.”   * Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, diyar kir ku divê bûyera Îpek Er a li Qûbînê û bûyera tecawîza zaroka 15 salî ya li Kercewsê hatin jiyîn, ji hev cuda neyin dest girtin û got: “Polîs, esker û cerdevan bi hêza ku ji dewletê digirin, dixwazin bûyerên tecawîz û tacîzan asayî bikin. Lê emê destûrê nedin vê yekê.”   * Bi tevlîbûna Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, wê kesên di dema qedexeya derketina kolanan de li navçeya Cizîr a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, bên bibîranîn. (11.00)   * Platforma bi KHK'iyên Stenbolê re, wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de, li ber Îskeleya Beşîktaş a li Kadikoyê dest bi nobeta edaletê  bike. (14.00)