Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye 2020-12-14 09:04:03 STENBOL - Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî ya Komeley Kurdistanê Runak Mecid, diyar kir ku sedema qeyrana li Herêma Federe a Kurdistanê pêş dikeve têkiliyên şaş ên bi Tirkiyeyê re ne û wiha got: “Li Herêma Federe a Kurdistanê qeyrana aborî û siyasî heye. Sedema vê yekê jî ji ber ku Tirkiye û Erdogan hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê bi rêve dibe ye."  Li Herêma Federe ya Kurdistanê çend rojên dawî gel çalakiyan li dar dixin û li dijî hikûmetê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan didin. Ji ber qeyrana aborî û siyasî li herêmên Silêmanî, Kerkuk, Ranya, Germiyan, Kelar, Halepçe, Şarezor û Duhokê di pêşengiya ciwanan de çalakî tên lidarxistin. Girseyên ku daketin kolanan li dijî PDK, YNK û Tevgera Goran nerazibûnên xwe anîn ziman û hin avahiyên partiyan şewitandin. Di çalakiyan de heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Silêmanî û gelek bajarên din ketin û derketina bajaran hatin qedexekirin. Lê dîsa çalakî didomin.    GEL NIKARE DEBARA XWE BIKE   Cîgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî ya Komelgey Kurdistan Runak Mecid, geşedanên li herêmê peş dikevin nirxandin. Mecîd, anî ziman ku  PDK 29 salin herêmê bi rêve dibe û wiha got: "PDK herêmê şaş bi rêve dibe. Ji ber polîtîkayên şaş li herêmê hem qeyrana aborî hem jî qeyrana siyasî heye. Dîsa ji ber van polîtîkayan êdî gel nikare debara xwe bike. Niha jiyan tevizî ye. Mirov kar dikin, lê nikarin mûçeyên xwe (Meaşên xwe) bistînin. Piştî sala 2014'an meaşên welatiyan kêm kirin. Li gel vê yekê jî dîsa meaşên wan nadin wan. Piraniya mirovan betal in. Bi taybetî herî zêde ciwan betal in."    'TEQÎNEK NAVXWEYÎ YE'   Mecid, destnîşan kir ku çalakiyên di rojên dawî de li bajarên herêmê pêş dikevin, ji ber sedema navxweyî ye û wiha axivî: "Piraniya çalakiyan li herêma Silêmaniyê pêş dikevin. Bi taybetî li bajarên ku hêzên Tirkiyê lê heye li dijî çalakgeran tundî zêde ye. Çalakgeran bi tundî û lêdanê biçav dikin. Gelek çalakger hatin girtin. Heta niha 8 zarok hatin kuştin. 60 kes jî birîndar bûn. Niha li herema Kifrî û Ranya çalakî didomin. Herî zêde ciwan pêşengiya van çalakiyan dikin. Di salên 2011'an de jî heman çalakî hatin lidarxistin. Niha zêdetir ciwan pêşengiya van çalakiyan dikin. Ciwan tu partiyan naxwazin. Ciwan dizanin ku êdî partî wan bikar tînin. Lê ciwan zêde ne bi rêxistin in. Eger ciwan bi rêxistin tev bigerin, wê demê çalakiyên protestoyan dê bêtir encam bistînin."    'BI ÇEKAN BERSÎVÊ DIDIN DAXWAZÊN DEMOKRATÎK'     Mecîd, destnîşan kir ku 2 daxwazên çalakgeran hene û wiha lê zêde kir: "Çalakger ewil dixwazin ev hikûmet dest ji kar berde. Diyar dikin ku hikûmeta heyî êdî nikare Herêma Federe ya Kurdistanê bi rêve bibe. Ciwan vê yekê dibînin. Dîsa çalakger dixwazin mûçeyên wan bidin wan. Mûçeyên (meaş) ên nehatiye dayîn dixwazin bidin wan. Lê hikûmet van daxwazên demokratîk bi çekan û tundiyê dibersivîne. Bi taybetî li herêma PDK'ê tundî zêde ye. Ciwanan binçav dikin û digirin. Sedema hemû pirsgirêkên li herêmê Tirkiye û Erdogan e. Sedem têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re ne. Tişta ku AKP li Tirkiyeyê dike, îro PDK heman tiştî li herêmê dike. Mirov dikare bêje hikûmeta başûr ji aliyê Tirkiye û Erdogan ve tê birêvebirin. Hikûmeta başûr dikare meaşê karkeran bide. Lê ji ber bi Tirkiyeyê re peymana 50 salan a petrolê îmze kiriye, Tirkiye destûr nade. Vê peymanê jî vedişêrin."    MA/ Ferhat Çelik