Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin 2020-12-14 12:07:00   EDENE – Cenazeyê Cîhat Erbaş ku li Hatayê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû radestî malbata xwe hat kirin.    Cîhan Erbaş ê HPG’î di 22’ê tebaxê de li navçeya Hassa ya Hatayê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî radestî malbata wî hat kirin. Ji ber ku cenazeyê Erbaş parçe parçe bûbû malbata wî nikaribû teşhis bike û ji bo testa DNA’yê ya teşhîskirinê mînaka xwînê da Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê (ATK). Piştî 5 mehan encamên testa DNA’yê ya ji bo cenazeyê Erbaş bi dawî bûn û malbata wî ji bo girtina cenazeyê kurê xwe hat Edeneyê. Piştî temambûna kirariyên li ATK’ê malbatê cenazeyê kurê xwe girt û ber bi Meletiyê ve ket rê.   Wê cenazeyê Erbaş li gundê Çiğlik ê navçeya Wêranşarê ya Meletiyê bê veşartin.    Li aliyê din  hat hînbûn ku cenazeyên 8 HPG’iyên din ku di erişên hewayî yên li Çiyayê Amanosê jiyana xwe ji dest dane li ATK’ê ne.